Çalakiya rûniştinê ya ji bo Gulistan Doku di roja 10'an de ye

  • 17:01 10 Çile 2022
  • Rojane
DÊRSIM - Çalakiya rûniştinê ya malbata Gulistan Doku bi daxwaza dîtina Gulistanê dest pê kiriye di roja 10'an de ye.
 
Malbata Gulistan Doku ya ku xwendekara Zaningeha Munzurê ya Dêrsimê bû bi daxwaza dîtina Gulistanê li ber Edliyeya Dêrsimê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Çalakiya rûniştinê di roja 10'an de didome. Dayika Gulistanê Bedriye û bavê wê Halit Doku bi wêneyên keça xwe hatin ber edliyeya Dêrsimê û li aqubeta keça xwe pirs kirin. 
 
Dayika Gulistanê Bedriya pirsên "Gulistanê li ku ye? Çima kujer nayê girtin?" pirs kir. 
 
Malbatê da zanîn ku walî tim heman gotinan dubare dike. 
 
Her wiha Platforma Jinê ya Dêrsimê çû serdana piştevaniyê ya malbata Gulistan Doku.