'Nobeta Edaletê' 32 roj in didome: Li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar

  • 16:25 10 Çile 2022
  • Rojane
WAN - Li Wanê "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan 32 roj in didome. Di nobeta îro de wiha hat gotin: "Em dibînin ku tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemû beşên civakî bûye. Divê li dijî tecrîdê têkoşîneke hevpar bê dayîn."
 
"Nobeta Edaletê" ya ku ji bo girtiyên nexweş û yên ku înfazên wan hatine betalkirin li Baroya Wanê ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin di roja 32'emîn de berdewam dike. Serdana sazî û malbatên girtiyan didome. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Payîzava ya Wanê serdana malbatan kir. 
 
Hevserokê HDP'ê ya Payîzavayê Fesîh Sonmez di serdanê de axivî û got: "Çalakiyeke bi wijdanî ye. Berxwedana girtiyan berxwedana wan e. Em zext û zilma li hemberî girtiyan bi tu awayî qebûl nakin. Em dibînin ku tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belavî hemû beşên civakî bûye. Divê li dijî tecrîdê têkoşîneke hevpar bê dayîn."
 
Malbatan jî derbarê serdanê de spasiyên xwe anîn ziman û bal kişandin ser girîngiya piştevaniya çalakiyê. Malbatan da zanîn ku dê têkoşîna xwe bidomînin.