Li Agiriyê bi salane av ji bo 14 kuçeyan nayê dayin

  • 14:42 10 Çile 2022
  • Rojane
AGIRÎ - Li 14 kuçeyên girêdayî Taxa Yuzuncu Yil bi salane pirsgirêka avê heye û ev pirsgirêk bi salane nehatiye çareserkirin. Serlêdanên welatiyên mecbûr dimînin zivistanî bi ava berfê pêdiviyên xwe bi cih bînin, bi encam nabin. 
 
Li 14 kuçeyên girêdayî Taxa Yuzuncu Yil ên bi hejmarên "1254, 1256, 1258, 1260, 1261, 1262, 1263, 1270, 1272, 1274,1281 1264, 1268, 1294" ji ber birîna avê welatî pêdiviyên xwe nikarin bi cih bînin. Her wiha ji bo serlêdanên ku welatiyan kirine jî tu veger çênebûye. 
 
Welatê bi ava berfê bîdonên xwe tije dikin û hewil didin pêdiviyên xwe bînin cih. 
 
Ava bi tankêran dihat jî hati birîn
 
Her wiha di meha kanûna derbas bû de li ser serlêdanan keyayên kuçeyê di 25'ê Kanûnê de tankêrên avê hatin kuçeyê. Hefteyeke din rayedarên şaredariyê diyar kirin ku tankêr xerabe ne û daxwaza welatiyan a avê paşde vegerandin. 
 
Dîsa di 8'ê Çileyê de Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir, bi parvekirina li ser hesabê xwe yê twittirê birîna avê kiribû rojev.