'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 308 roj in didome

  • 12:37 10 Çile 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 308’an de didome û malbatê îro ev peyam da: "Ev dayik çima 4 demsal in li pêş deriyê edliyeyê disekine, bila parlamenterên AKP'ê pirsa vê nobetê bike." 
 
Parastvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsê ya Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibû. Li dijî vê êrişî bi armanca ku kujerên bên darizandin û ceza li wan bê birîn Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9'ê adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Malbata Şenyaşar a ji navçeya Pirsûsê ji 42 kîlometreyan tê, tevî sarmayê jî nobeta xwe ya li pêş edliyeyê didomîne. Nobeta malbatê di roja 308'an de berdewam dike. 
 
Ferît Şenyaşar, bi bîr xist ku Serokkomarê AKP’î Erdogan fermana "Bikevin nava gel" daye parlementerên AKP’ê û wiha got: “Dema 8 parlementerên Rihayê hatin ketin nava gel, wê gel bi pirsa ‘Ev dayik çima 4 demsal in li pêş deriyê edliyeyê disekine’ pirsa vê nobeta me bike. Kesê ku ev komkujî pêk anî parlementerekî AKP’ê ye. Ev parlementer ji aliyê hin kesan ve tê parastin. Ji ber tê parastin jî niha dozger bê bandor hatine hiştin, nikarin peywîra xwe bikin û sûc dikin. Ev têkoşîna me li her bajarê Tirkiyeyê tê rojevê. Heke parlementerên AKP’ê werin nava gel wê gel pirsa ‘Kê her du zarok û hevjîna vê dayikê li nexweşxaneyê qetil kir’ bipirsin. Heke parlementerekî ku bersiva vê pirsê bide hebe, bila bikeve nava gel û bersiva vê pirsê bide.”