HDP: Li dijî gef û êrîşan em ê di 22’ê Çilê de werin gel hev

  • 12:03 10 Çile 2022
  • Rojane
 
AMED - HDP’ê wê 22’ê Çilê de bi dirûşma “Em HDP’ê diparêzin” li qada Îstasyonê mîtîngekê li dar bixe. Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun axivî û destnîşan kir ku di 22’ê Çilê de wê Gelê Kurd ji hemû êrîş û gefên li ser xwe re bersîvek xurt bide.
 
Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) wê di 22’ê Çilê de bi dirûşma “Em HDP’ê diparêzin” li qada Îstasyonê mîtîngek li dar bixe. Têkildarî mîtîngê komîteya amadekar li avahîya bajar a HDP’ê daxuyanîyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun û rêveberiya Bajar HDP ê ji amade bûn.
 
Di destpêkê de Hevserokê Bajarê Amedê Zeyyat Ceylan axivî û destnîşan kir ku Gelê Kurd hertim xwedî li Nirxên xwe derketine û wiha got: “Ev bi salan e zilm û zext li ser HDP heye û bi deham caran êrîş li HDP hatiye kirin. Di van êrîşan de bi hezaran hevalên me hatine binçavkirin û girtin. Ev êrîşek sîyasî ye êrîşek li dijî sîyaseta demokratîk e. Lê belê her çiqas êrîş hatiye kirin jî gelê me xwedî li partiya xwe û nirxên xwe derketiye. Wê ji niha şûnde jî gelê me xwedî lê derkeve û têkoşînê bide. Li ser vê yekê jî em ê di 22’ê Çilê de jî em ê mîtîngekê li dar bixin û  em hemû gelê xwe vedixwînin mîtînga ku em ê li dar bixin.”
 
Remziye tosun jî  diyar kir ku wê Gelê Kurd di 22’ê Çilê de ji êrîşên faşîzane re bersîvek xurt bide û wiha axivî: “Yê ku aştî , demokrasî û jiyanek wekhev dixwazin êrîş li wan tê kirin û gefan li wan dixwin.Hûn çi bikin jî Gelê Kurd aştî û demokrasiyê dixwaze. Werin em bi hev re xwedî li partiya xwe derkevin û tevahî êrîşên faşîzane têk bibin. Her roj desthîlatdarî têk diçe û hêzê winda dike. Em ê di 22’ê Çileyê  saet 12:00 an de li qada Îstasyonê bin û bi qêrîn û helwesta xwe  faşîzmê hilwêşînin.”