3 jinên şoreşger li Şengalê hatin bibîranîn

  • 10:14 10 Çile 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Sakîne, Fîdan û Dogan li Şengalê hatin bibîranîn û wiha got gotin: "Bi keda şehîd Sara îro em jinên êzidî li ser lingana, îro em rêya jinên berxwedêr û qehreman dişopînin. Heval Sara ji bo me tevahî jinan bû mînak, wê civaka êzidî rêya jinên berxwedêr bişopînin.”
 
Siyasetmedar Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê çileya 2013’yan de li navenda Parîsê hatin qetilkirin. Li seranserê Kurdistanê jinên şoreşger bi çalakiyên cûda hatin bibîranîn. Li Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 3 jinên şoreşger bi merasîmekê hatin bibîranîn. Di merasîmê de tevî endamên Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê, endamên TAJÊ, şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê jî amade bûn. Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Riham Heco û Fermandara Giştî ya Hêzên YJŞ’ê û YBŞ’ê Viyan Hebabî axivîn.
 
'Sara bi dîrokê ve girêdayî ye'
 
Riham Hico axivî û wiha behsa kesayeta şehîda Sara û hevalên wê kir: “Me destana qehremaniya Şehît Sara piştî fermanê naskir. Lê me şervanên Şehît Sara naskir, di fermanê de rêhevalên Şehît Sara bi hewara me ve hatin. Şehît Sara ji pêkhateya Elewiya bû, ew jî xwedî dîrokek kevnare weke me êzidiyan li Dêrsimê jî pêkhateya Elewî ferman jiyan kirine. Ji bo wê em dizanin bingeha lehengiya jiyana Sara bi dîroka wê ve girêdayî ye. Heval Sara bi Rêber Apo re hevaltî kiriye û di girtigehê de rastî êşkenceyên gelek mezin hatiye.”
 
‘Em ê heta dawiyê têbikoşin'
 
Riham, di berdewamiya gotinên xwe de qala berhemên lehengiya Sara jî kir û wiha got: “ Berxwedaniya heval Sara û rêhevalên wê Tevgera Azadiyê gihandiye vê astê. Bi keda Heval Sara îro em jinên êzidî li ser linganin, îro em jî rêya jinên berxwedêr û qehreman dişopînin. Heval Sara bû minakek ji bo me tevahî jinan. Em jî wê heya dawiyê ji bo azadiya jinan û civakê têbikoşîn. Emê tola Sara û rêhevalên wê li erdê nehêlin ji ber komploya li ser heval Sara, komkujiya Dêrsimê, komploya ser Rêber Apo jî bi Fermana 74’an ve girêdayî ye. Dijminên me dixwazin her kesên ji bo azadiyê têdikoşin, tine bikin. Dijmin xwest di şexsê heval Sara de derbeyê li tevahî jinan û her wiha li civaka Elewî bide. Di roja îro de jî li her devera ku bi fikrê Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin dijmin dixwaze wê civakê tune bike."
 
'Di şexsê Sara da vîna jina azad hat hedef girtin'
 
Viyan Hevabî jî balkêşa ser kesayet û têkoşîna Sara wiha anî ziman: “Em di kesayeta Sara, Rojbîn û Ronahiyan de tevahî şehîdên doza azadiyê bi bîrtînin. Tevahî cîhan ruyê dewleta Tirk dizanin, em tev dizanin dewleta Tirk ji bo civakan tune bike despêkê pêşengên wê dike armanc. Di şexsê heval Sara de dijmin vîna jina azad armanc girt.”
 
‘Sara xwedî vîneke mezin bû' 
 
Viyan, di dawiyê jî got: “Li beramberî pergala baviksalarî despêkê Rêber Apo têkoşînek ya kur da meşandin, heval Sara sembola vîna azade. Hevala Sara jî di gavên despêkê yên avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê de hevaltiya vê rêya bi Rêbertî re kir, ji bo wê herî zêde  li beramberî  pergala mêr li beramberî fikra desthilatdar heval Sara xwedî vineke mezin bû.”