Ji bo mêrê ku Eylem qetil kir, daxwaza cezayê muebetê

  • 09:02 10 Çile 2022
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
RIHA - Dozger der barê gumanbar Huseyîn Tîler yê Eylem Tîler qetil kir, de ji sûcê ‘ji qestî kuştin’ cezayê meubetê xwest.
 
Li Wêranşar a Rihayê di 12’yê cotmeha 2017’an de hat îdia kirin ku Eylem Tîler li mala xwe bi çekê întîxar kiriye û derket holê ku Eylem ji aliyê mêrê pê re zewicandî Huseyîn Tîler ve hatiye qetilkirin. Doza ku Huseyîn Tîler û dayika wî Hanî Tîler jê dihatin darizandin 9’emîn rûniştina wê li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a  Rihayê hat dîtin. Heyeta dadgehê der barê gumanbar Huseyîn Tîler de di mutalaya da de ceza xwest û der barê Hani Tîler ya negirtî tê darizandin de jî berat xwest.
 
‘Şîdet pêk anî’
 
Li gorî lêpirsîn, girtek, darizandin, raporên Saziya Tiba Edlî (ATK), nexweşxane û otopsiyê û hemû delîlan, heyeta dadgehê da zanîn ku Huseyîn Tîler hevjînê Eylem Tîlerê ye, gumanbar Hanî Tîler jî xwesûya wê bûye, navbera gumanbar û Eylemê de demek dirêj bû pirsgirêk dihat jiyîn, gumanbar beriya bûyerê şîdet li hevjîna xwe kiriye, ji ber vê şîdetê Eylem çûye cem malbata xwe.  Dadgehê got Eylem piştre bi gumanbar re vegeriyaye mala xwe Eylemê di 14’ê îlona 2017’an de sê caran li xeta îxbarê ya cendermeyan geriyaye.
 
Ji bo Hani Tîler berat hat xwestin
 
Di mutalayê de hat diyar kirin ku her çiqasd er barê gumanbar Hani Tîler de bi îdiaya ku Eylem Tîler kuştiye doza cemawerî hatibe vekirin jî, ji ber delîleke şênber tune û biryara beratê hat xwestin. Der barê gumanbar Huseyîn Tîler de jî biryara berdewamkirina girtinê hat dayîn.
 
Rûniştina din a dozê taloqî 11’ê çile ango sibê hat kirin.