ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2022'YAN

  • 09:00 10 Çile 2022
  • Rojev
 
*Girtiya nexweş Hazîne Alçi ya 24 sale girtiye, der barê pêvajoya girtiyên demên dawî de li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan de axivî, wek ‘komkujî’ nirxand û got: “Li pey hev qetilkirina hevalên me hem ji bo tevgera azadiyê hem jî ji bo girtiyên şoreşger peyameke.”Hazîneyê her wiha ji bo salvegera 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî jî ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan banga bilindkirina têkoşînê kir.
 
*Dozger der barê gumanbar Huseyîn Tîler yê Eylem Tîler qetil kir, de ji sûcê ‘ji qestî kuştin’ cezayê meubetê xwest.
 
*Parêzera, aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn ku ji doza der barê wê de hatibû vekirin 9 sal ceza lê hatiye birîn, Sîdar Gumuş wiha got: “Îstînafê beriya dadgeh biryarê bide biryar daye. Îtîrazên me li ber çavan nehatine girtin û bi hevokên kalib  biryarek îstînafê hatiye dayîn.”