Malbatên di nobetê de serdana saziyan kirin

  • 17:00 9 Çile 2022
  • Rojane
 
WAN - Malbatên Girtiyan ku 31 roj e "Nobeta Edaletê" didomînin, çûn serdana TÎHV û Odeya Tabîban.
 
Malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye betalkirin 31 roj in li wanê di "Nobeta Edaletê" de ne  çûn serdana Wekqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Odeya Tabîban a Wanê.
 
'Em piştgiriyê didin çalakiyan'
 
Serokê Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yaviç di serdanê de axivî û diyar kir ku li girtîgehan tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin û got, “Tevî ku gelek raporên tiba edlî yên girtiyên nexweş hene, lê di şert û mercên nebaş de ne û nayên dermankirin. divê li derve bên dermankirin. Ji bo tedawiya girtiyên nexweş di şert û mercên guncaw de di zûtirîn demê de divê gavên pêwîst bên avêtin. Em jî piştgiriyê didin çalakiya ku dayikan daye destpêkirin.”
 
'Em ê pêvajoyê bişopînin'
 
Sekretera Nûnertiya HDP'ê ya Wanê Sevîm Çîçek jî anî ziman ku ew ê li girtîgehan daxwazên girtiyên nexweş bişopînin û got, "Ji bo mafên girtiyan bi dest bixin, ji bo astengiyên li pêşiya girtiyan bên rakirin em têkoşîna xwe bidomînin. Em ê di vê pêvajoyê de bi we re bin."