HDP çû serdana malbata Gulîstanê: Hûn ne tenê ne

  • 15:50 9 Çile 2022
  • Rojane
 
DÊRSIM - Feleknas Uca ya ku çû serdana malbata Gulîstan Doku ya ku di "Nobeta Edaletê de ye got, "Ji bo ku bê edaletî bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Hun ne tenê ne."
 
Berdevka Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, Hevseroka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê û Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê Feleknas Uca, rêveberên HDP’ê yên Dêrsim, Êlih û Amedê, çûn serdana malbata Gulîstan Doku ya ku li ser navê  9 roj in li ber Edliyeya Dêrsimê ji bo ku Gulîstan Doku bê dîtin nobetê digire.  
 
'Tu ne bi tenê yî'
 
Feleknas di serdanê de, diyar kir ku ew bi malbatê re li ser şopa edaletê ne û got, “Em ê herdem bibêjin Gulîstan Doku li ku ye û equbeta wê bipirsin. Têkoşîna we pir pîroz e. Ji bo dawî li van neheqiyan bê em ê her tim têbikoşin. Ev berpirsiyariya me ye û hûn ne bi tenê ne."
 
'Dewlet çima keça min nade min'
 
Piştre dayika Gulîstan Doku Bedrîye Doku axivî û got, “Ez edaletê dixwazim. Ez dayik im. Çima kujer nayên dîtin? Kujer polîs e, çima dewlet wî diparêze? Çima lêgerîneke berfireh nehat kirin? Çima nikarin kujer bigirin? “Çima dewlet keça min nade min."
 
Di vê navberê de dema polîsan anons dikir bavê Gulîstan Doku Halît Doku jî got, “Ez edaletê dixwazim. Kujer bigirin. Bila Wezîrê Dadê were vir.”
 
Piştî HDP'î ji edliyeyê derketin, malbatê nobeda xwe dewam kir.