Sakîne Cansiz hat bibîranîn: Hun ê hesap bidin têkoşîna azadiya jinê

  • 15:20 9 Çile 2022
  • Rojane
 
DERSIM - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, di bîranîna Sakîne Cansiz de diyar kir ku wê jin ji kiryaran hesap bipirsin û ev tişt got: "Têkoşîna Sakîne ku li Girtîgeha Amedê li dijî Esat Oktay Yildiran serî rakiribû niha li her çar aliyê cîhanê  ye."
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP'ê, yek ji qadroyên pêşeng ên PKK'ê Sakîne Cansiz ku di 9'ê çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatibû kuştin li ser gora xwe ya li Dersimê hat bîranîn. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca, Alîcan Onlu, aktîvîstên TJA'yê û rêveberên Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) tevlî bîranînê bûn. Beriya bîranînê polisan goristan dorpêç kir û asteng kirin ku kom li ser gora  Cansiz wê bi bîr bînin. 
 
Li ser astengkirinê komê li pêşiya goristanê daxuyanî da û pankarta "Em bi wêrekî û biryardariya Sêvê û Sakîneyan têdikoşin" vekir. 
 
Li vir Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay axivî û wiha got: 
 
"Em bi astengiya tundiya dewleta mêr re rû bi rû man. Ji Amed, Êlih, Xarpêtê jinan xwest merasîma bîranînê li dar bixin. Mêjiyê dewletê yê di vê komkujiyê de xwedî rol hewl da me asteng bike. Çûna me ya goristanê hat astengkirin. Her çiqas em neçûbûn ser goristanê û li ser gorê ji komkujiya jinan re negot 'raweste' jî tu astengî nikare têkoşîna me ya jinan asteng bike. Komkujiya Parîsê li dijî pêvajoya ku di bin navê "çareseriyê" de di navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û heyeta dewletê de hatibû destpêkirin bû. Li her dera dinyayê jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr tînin lê em li Dersimê li ser gora wê ji aliyê waliyên provakator ve tên astengkirin. Em ji waliyê provakator re dibêjin ku wê têkoşîna me ya jinan teqez wê pergala we hilweşîne û ji wan paldankên we daxîne. Hûn ê hesap bidin jinan."
 
Di berdewama axaftina xwe de Ebrûyê, qala têkoşîna Sakîne Cansiz kir û got ku têkoşîna Sakîne ku li Girtîgeha Amedê li dijî Esat Oktay Yildiran serî rakirîbûye niha li her çar aliyê cîhanê ye û wê têkoşîn berdewam bike. 
 
Bîranîn bi dûrişma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.
 
Piştî daxuyaniyê parlamenterên ku girtin goristanê  di serî de li ser navê jinên kurd li ser navê hemû jinan li ser gora Sakîneyê find vêxistin.