Piştî Komkujiya li Parîsê: Divê kujer bên darizandin

  • 14:26 9 Çile 2022
  • Rojane
 
AMED - Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz diyar kir ku di 9'emîn salvegera qetilkirina Sakîne, Fîdan û Leylayê de ew ê nehêlin komkujî di tariyê de bimîne û divê Komkujiya Parîsê wek bûyereke  ji rêzê neyê dîtin . Asya Şîmşek a ku ji bo 3 jinan helbest nivîsî wiha got: “Yên ku li pey heqîqetê bûn hatin qetilkirin. Divê hemû cîhan vê bizane û kujer bên darizandin.”
 
Yek ji pêşeng û kadroyên damezrîner ên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), endama Tevgera Ciwanên Kurd ên Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’a Çileya 2013'an de li Payîtextê Fransa Parîsê li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ji aliyê Omer Guney ve hatin qetilkirin. Ev qetlîama ku li ser xeta Tirkiye û Fransayê pêk hat, di bîra raya giştî de wek “Komkujiya Parîsê” cihê xwe girt, ji bo her sê jinên ku hatin qetilkirin, li çar aliyê cîhanê bi milyonan kes daketin qadan û komkujî şermezar kirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku der barê komkujiyê de hat destpêkirin de tenê Omer Guney hat darizandin û bi mirina bi guman a kiryar Omer Guney a li girtîgehê re dosya hat girtin hat.
 
Di sala 9'emîn salvegera komkujiyê de kurd û dostên wan bi taybetî jinên kurd daxwaz dikin ku berpirsyarê rastî yê komkujiyê li kuderê lê dijîn bên darizandin.
 
Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û Asya Şîmşek a piştî Komkujiya Parîsê ji bo 3 jinan helbest nivîsand, qetilkirina siyasetmedarên jin ên kurd ji ajansa me re nirxandin.
 
'Komkujî ne ji rêzê ye'
 
Songul da zanîn ku li welatekî weke Fransa ku herî zêde behsa demokrasiyê tê kirin qetlîamek bi vî rengî divê ji rêzê neyê dîtin û got ku komkujî li dijî beden, bîrdozî û ramana jinê hatiye kirin. Songul destnîşan kir ku Sakîne Cansiz ji bo azadiya hemû jinan bi taybet jinên kurd têdikoşiya û got, “Her sê jinan li gelek saziyên navneteweyî bi taybet li Ewropayê hewl dan Gelê Kurd bi cîhanê bidin naskirin. Sê jinên ku di têkoşînê de cih girtin bandorek mezin li hemû jinan kirin. Her sê jinan bi felsefeya “Heta jin azad nebe civak azad nabe” têkoşîna xwe domandin. Çawa ku di 9’ê Çileyê de li hemberî 3 jinan li Parîsê komkujî pêk hat, di sala 2016’an de jî li Silopiyayê 3 jin bi heman awayî hatin qetilkirin. Ev komkujiyên ku pêk hatin ne tesaduf in.”
 
Em ê azadiyê bînin'
 
Songul anî ziman ku qetlîamên li ser jinan jî heman tişt in û got, “Em ê têkoşîna wan jinan biparêzin. Em ê hewl bidin ku xeyalên wan ên jinên azad pêk bînin. Divê em rêxistina xwe mezin bikin. Li hemberî êrîşan jin her tim li kolanan e. Çi dibe bila bibe, têkoşîna me wê mezintir bibe. Em ê bi civakê re azadiyê bînin."
 
'Jin dest ji têkoşînê bernadin'
 
Asya Şîmşek jî diyar kir ku ti carî dilsozî û baweriya jinan a ji bo têkoşînê kêm nabe, her wiha diyar kir ku sîstem di serî de jinên kurd hemû jinan hedef digire. Asya destnîşan kir ku zîhniyeta ku jinan qetil dike zîhniyeta serdest a mêr e û got, “Em dibêjin dewlet ji van polîtîkayan nikare tiştekî bi dest bixe. Sedema ku dosya ewqas veşartî ye ew e ku Ewropa jî di nav de cih digire. Dewletê bi mîtê Sara, Rojbîn û Ronahî qetil kirin.. Her kes dizane ku kê qatil şandiye wir. Jinên kurd tu carî bi kuştinê dest ji têkoşîna xwe bernadin."
 
'Bila cîhan dengê xwe bilind bike'
 
Asya da zanîn ku roja qetilkirina 3 jinan ji bo wan rojeke reş e û wiha got: “Êşa ku me wê rojê dît me gelek êşand. Hemû jin li hev civiyan. Wê rojê ev gotin ji devê me derketin: 'Me dizanibû ku em li Tirkiyeyê hatin qetilkirin, .' Tişta ku em tê re derbas bûn bila li tu derê nebe. Min xwest helbestek li ser êşa ku ez dikişînim binivîsim. Çi dibe bila bibe em ê ji bîr nekin. Dema ku bûyerek diqewime, pergal dema ku bixwaze, di nav 24 saetan de wê dibîne. Lêbelê, dema ku kesên  li pey rastiyê têne kuştin, ev yek nabe. Li hemberî bûyerên diqewimin bila hemû cîhan dengê xwe bilind bike."
 
Asya got, "9'ê Çileyê ji bo min rojek bi êş e" û berdewam kir "Îro ne tenê ji bo min, ji bo her kesî bi êş e."
 
Helbesta ku Asya piştî 3 jinên kurd nivîsiye wiha ye:
 
“Xezala bi qûrban baran barî êrd şil nekir
Tavê dayê zûha nekir
Xezala min li bajarê Avrupa 
Dijmin te qetil kir
Te temîniya çeka xwe li kê kir
 
Xezala min bihar e xweş bahar e
Dar û berê Kurdîstanê dan zihare
Heyfa xwedê heyfa çavê reş û belek
Çawa dijmin bi cahilî kire bine axa sare
 
Xezala min sibe sar e
Min dît xeberek ji dayika wan re dihat bi hewar e
Di go lelê dayê rabe çika
3 xezalê Kurda li bajarê Avrupa kirin fena peza gûra xware”