Li Parîsê meşa bi girseyî: Dawî li vê şermê bînin!

  • 15:53 8 Çile 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meşa ku ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hat li darxistin de banga "Dawî li vê şermê bînin û edaletê pêk bînin" hat kirin. 
 
Ji bo yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) yên ku di 9’ê Çileya 2013’yan de li Parîsê hatibûn qetilkirin bi banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Konseya Demokratîk a Kurdan a Fransayê (CDK-F) li Parîsê bi hezaran kes kom bûn.
 
Malbatên şehîdan, endamên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, nûnerên partiyên siyasî yên Fransayê û gelek tevgerên polîtîk tevlî çalakiyê bûn.
 
Kurdistanî li Gare Du Nord a Parîsê kom bûn. Rêxistinên femînîst, Komeleya Hevgirtina bi Kurdistanê, MRAP, Partiya Antîkapîtalîst, Sendîkaya Solîdaîres a Partiya Çepgir, Partiya Komunîst jî di nav de gelek tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê jî piştgirî dan çalakiyê.
 
Hûgo Volpeî li ser navê ÛCL’ê axivî û bang li dewleta Fransayê kir û got “Dawî li vê şermê bînin û edaletê pêk bînin. PKK’ê ji nav lîsteya rêxistinên terorê derxînin.”
 
Di çalakiyê de pankarta ‘Heta ku edalet di tariyê de bimîne wê Fransa sûcdar e’ û posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin. 
 
Piştî meşê li Qada Repûblîqûeyê mîtîngek pêk bê û piştre çalakî bê bidawîkirin.