Li Amedê 6 siyasetmedarên jin hatin bibîranîn

  • 15:46 8 Çile 2022
  • Rojane
AMED - Ji bo bîranîna siyasetmedarên jin ên li Parîs û Silopiyê hatin qetilkirin li Amedê bernameyek hat lidarxistin. Di bernameyê de jinan bal kişandin ser têkoşîna Sara, Fîdan, Leyla, Sêvê, Pakîze û Fatmayê û gotin: "Em ê bi mîrateya wan têkoşeran li ber xwe bidin." 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rêzana Amedê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê çileya 2013'yan de li Parîsê, Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar ên ku di 4'ê çileya 2016'an de li Silopiya Şirnexê hatin qetilkirin bernameya biranînê li dar xist.  Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û HDP'ê yên bajêr û navçeyan tevlî bernameyê bûn. 
 
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sevval Gulmez, di bernameyê de axivî û got: "Jinên ku hatin qetilkirin pêşengên têkoşîna azadiya kurd in. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî komployê gotibû 'Ji bo ji holê rakirina diyalog û agirbestan dê ewilî êrişê jinên kurd bikin'. Ev tişt li Parîsê derket holê. Jinên ku hatin qetilkirin li pey xwe mîrateyeke mezin a têkoşînê hiştin. Hûn nikarin bi qetilkirinê kurdan tune bikin." 
 
Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy jî wiha bal kişand ser têkoşîna Sakîneyê: "Sara digot 'Şoreş pêk bê jî şerê min xilas nabe'. Jin li dijî her cureyên êrişan têkoşîna xwe ya azadiyê domandin. Ev têkoşîn mezin bû. Îqtîdar bêtir ji jinan ditirse û ji ber vê jî bêtir jinê hedef digire. Jin bi têkoşîna xwe li her deverên cîhanê dibin hêza veguherînê."
 
Herî dawiyê jî parlamenter Remziye Tosun axivivî û da zanîn ku di pêvajoyeke pir zehmet re derbas dibin û wiha bi lêv kir: "Îqtîdar tu carî ji têkoşîna gelan hezm nake. Lê divê bizane ku Gelê Kurd jî tu carî paşve gav neavêtin. Em ê wekî her tim bi tilîlî û gotinên xwe li qadan bin. Li her derê li hemberî kurdan êrişek û qetlîamek heye. Em li dijî wan qetlîam û êrişan li ber xwe didin. Çala jin li Rojava bi felsefeya Birêz Ocalan li dijî DAIŞ'ê têkoşîn da, li vir jî em ê bi mirateya wan têkoşeran li vir li ber xwe bidin."
 
Bernameya bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.