Dayikên Şemiyê ji bo Komkujiya Basanê edalet xwestin

  • 15:41 8 Çile 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 876'an a çalakiya xwe de Komkujiya Basanê bi bîr xistin û diyar kirin tevî îtirafan jî bersûc nayên darizandin û gotin:"Em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo 11 kesên mafê wan ên jiyanê hatin binpêkirin bernedin."
 
Dayikên Şemiyê yên ji bo li aqubeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin her hefte çalakiyê li dar dixin, çalakiya xwe ya hefteya 876'an ji ber şerdên pandemiyê bi onlineyê li dar xistin. Di daxuyaniya vê hefteyê de li aqubeta 11 kesên li navçeya Basanê ya Şirnexê di 15'ê Çileyê ya 1996'an de hatin qetilkirin û cenazeyên wan teslîmî malbatên wan nehatin kirin hat pirsîn. 
 
'Dê aştî cîhanê xweşik bike'
 
Di daxuyaniya vê hefteyê de ewil keça Ahmet Kaya yê hat qetilkirin Emine Kaya axivî û diyar kir ku tevî bavê wê 11 kes hatine qetilkirin û got ev komkujî li ber çavên her kesî hatiye kirin û got mirin ne çareserî ye dê aştî cîhanê xweşik bike.
 
Komkujiya JÎTEM'ê pêk aniye, kirin stûyê PKK'ê 
 
Piştre ji Koma Ji bo Aştiyê Hatine Gel Hevdu Şanar Yurdatapan ê piştî komkujiyê çûbê Basanê û lêkolîn kiribû axivî. Şanar diyar kir ku wê demê hatiye xwestin bûyera qewimiye têxin stûyê PKK'ê lê belê piştî 13 salan şûnde serokê wê serdemê Adnan Erkmen eşkere kir ku komkujî JÎTEM'ê pêk aniye. Lê belê dîsa jî lêpirsînek nehat destpêkirin. 
 
Gundî bi îşkenceyên giran hatin qetilkirin
 
Piştre Endama Şaxa ÎHD'ê ya Antalyayê Semra Yeşilyurt daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê xwend. Semrayê da zanîn Komkujiya Basanê ketiye sala 26'an û got gundî bi îşkenceyên giran hatin qetilkirin. Her wiha hat diyarkirin ku bedenê kesên hatine qetilkirin veguheriya komirê û cenaze bi awayekî komî hatine definkirin. 
 
Daxwaza edaletê hat kirin 
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ew ê dev ji daxwaza edaletê û Qada Galatasarayê ya 177 hefte ye ji wan re hatiye qedexekirin bernedin. Her wiha hat bibîrxistin ku divê ji bo hemû windayan dewlet li gor normên hiqûqa gerdûnî tev bigere.