Jin ji bo girtiyên nexweş meşiyan

  • 15:16 8 Çile 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Jin li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş û ji bo balê bikşînin ser binpêkirina mafên li girtîgehan bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" meşiyan.
 
Ji bo balkişandina ser girtiyên nexweş û binpêkirina mafên li girtîgehan Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), EGETUHAYDER'ê bi beşdariya  Hevseroka DBP'ê Saliha Aydeniz li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyaniya çapemeniyê da. Dayika Deniz Poyraz Fehime Poyraz jî beşdarî daxuyaniyê bû. 
 
Tevî astengkirina polîsan jî Saliha li vir axivî û diyar kir ku îktidarê li dijî jinan şer daye destpêkirin lê belê têkoşîna jinê ya li dijî vê yekê didome. Her wiha Salihayê da zanîn ku ew li aliyê siyaseta demokratîk in û got hûn çiqasî di komkujiyan de israr bikin em ê jî ji bo edaletê israr bikin.
 
Piştre jin ber bi avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ve meşiyan û jinan li dijî astengkirina polîsan dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî" bersiv dan.
 
Hevseroka Komeleya Kesên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anadoluyê Sultan Yagmekan da zanîn îktidar ji têkoşîna zarokên wan ditirse û got ew hemû ji bo zarokên xwe li wir in.
 
Meşa jinan li ber avahiya HDP'ê ya Îzmîrê bi dawî bû.