Li Wanê 'Edaleta Nobetê' 30 roj in didome

  • 14:50 8 Çile 2022
  • Rojane
WAN - Li Wanê "Nobeta Edaletê" ku ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin di roja 30'emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan çûn serdana ÎHD'ê û li vir banga mezinkirina piştevaniyê kirin. 
 
"Nobeta Edaletê" ya ku ji bo girtiyên nexweş û yên ku înfazên wan hatine betalkirin li Baroya Wanê ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin di roja 30'emîn de berdewam dike. Serdana sazî û malbatên girtiyan didome. Malbatên girtiyan serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê kir.
 
Li ser navê malbatên girtiyan Aslihan Tîmûr axivî û got: "ÎHD, her tim ji bo girtiyan di nav xebatan de bûn. Her tim li cem malbatan bûn û em li vir carek din bang dikin ku divê em piştevaniya ji bo nobetê mezin bikin. Em bang li malbatan dikin bila piştgiriyê bidin çalakiya me." 
 
Serokê ÎHD'ê ya Wanê parêzer Mehmet Karataş jî di serdanê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Daxwazên malbatan daxwazên mirovî ne. Divê demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan. Tehliyenekirina wan girtiyên nexweş li dijî mafên mirovan e. Daxwazên malbatan daxwazên me ne. Em ê piştevaniya xwe ji bo çalakiyê bidomînin."