Xizmên Windayan di hefteya 674'emîn de jî xwest kujer bên darizandin

  • 13:36 8 Çile 2022
  • Rojane
AMED - Ji bo winda bên dîtin û kujer werin darizandin di hefteya 674’emîn de Xizmên Windayan  û ÎHD’a Amedê li aqûbeta windayan pirsîn û bertek nîşanî sergirtina dosyeya Cemîl Kirbayir dan û gotin: "Nebin şirîkê vî sûcî."
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan ji bo winda bên dîtin û kujer werin darizandin di hefteya 674’emîn de li Parka Koşuyoluyê çalakiya “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Werin Darizandin” li dar xistin. Çalakî li ber Peykerê Mafê Mirovan pêk hat. Rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Vê hefteyê çîroka windakirina Îsa Soysal ê di 1’ê çileya 1988’an de li gundê Karoxayê ya bi ser navçeya Silopiya Şirnexê ve hat windakirin parve kirin. 
 
'Em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin'
 
Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn ewilî axivî û diyar kir ku ji bo winda bên dîtin û kujer werin darizandin malbatên wan bi astengiyên hiqûqî û siyasî re rûbirû mane. Abdullah bertek nîşanî sergirtina dosyeya Cemîl Kirbayir ku bi demboriyê re rûbirû hat hiştin da û got: “Têkoşîna parêzvanên mafê mirovan û aştiyê û dayikên me û xizmên windayan bi ser biryarên darazê re ye. Em dixwazin ji bo van dosyeyên tên girtin hiqûqa gerdûnî were sepandin. Divê ku daraza biryarê dide nebe şirîkê kujerên ku sûc kirine. Em ê li hember van kirinan têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.” 
 
Hat xwestin kujer bên cezakirin
 
Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Ferhat Berkpinar jî behsa serpêhatiya windakirina Îsa Soysal kir. Ferhat diyar kir ku Îsa Soysal zewicî û bavê sê zarokan bûye û di roja 1’ê çileya 1988’an de dema ji gundê xwe derdikeve diçe bajêr ji aliyê kesên cilên wan sivîl ve hatiye revandin û carek din agahî jê nehatiye wergirtin. Ferhat got her çiqas malbat dikeve nava lêgerînê û hewldanan dike jî hemû bêencam dimînin. Ferhat xwest di şexsê Îsa Soysal de tevahî winda werin dîtin û kujeran derxin holê û bên cezakirin. 
 
Piştî daxuyaniyê kêliyekê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.