'Nobeta Edaletê' di roja 306'an de ye

  • 12:17 8 Çile 2022
  • Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên 'Nobeta Edaletê' ya di roja 306'an de didomînin li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal wiha gotin:"Li Rihayê gel dixwaze bêedaletî û zilm bi dawî bibe."
 
'Nobeta Edaletê' ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin, di roja 306'an de dewam dike. 
 
Ji ber ku dawiya hefteyê ye malbat li mala xwe ya li Pirsûsê nobetê didomîne. Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bal kişand ser îstîfakirina 500 endamên AKP'ê yên li Pirsûsê û got: "Gel li Rihayê dixwaze ev neheqî û zilm bi dawî bibe. Ji ber ku ev zilm dewam dike, li Pirsûsê 500 endaman ji AKP'ê îstîfa kiriye. Heta ku qeweta me hebe em ê li dijî neheqian û bêhiqûqiyê derkevin da ku em di siberojê de rojên xweş bibînin."