TJA'yê jinên siyasetmedar bi bîr anî: Dê sedsala 21'emîn bibe sedsala azadiya jinê

  • 12:11 8 Çile 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê bi daxuyaniya ji bo 6 jinên kurd ên siyasetmedar weşand wiha got:"Ev komkujî li dijî hewildana aştî û demokrasiyê pêk hat. Bi hêz û baweriya em ji têkoşîna her 6 jinên kurd ên siyasetmedar digirin em xwe bi rêxistin dikin û dê sedsala 21'emîn bibe sedsala azadiya jinê."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileyê ya 2013'an de li Parîsê hatin kuştin û ji bo Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar ên di 4'ê Çileyê ya 2016'an de li Silopiyê hatin kuştin daxuyaniya nivîskî weşand. TJA'yê da zanîn ku ew têkoşîna 6 jinên kurd ên siyasetmedar û têkoşer bi bawerî û rêzdarî bi bîr tînin. 
 
TJA'yê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew ê bi rêxistinbûyina xwe li dijî komkujiyan bibe bersiv û her wiha da zanîn sîstema desthilatdar a mêr her tim li dijî jinê û nirxên jinê bi polîtîkayên şer ên taybet şer kiriye. TJA'yê got:"Di 9'ê Çileyê ya 2013'an de bi hevkariya netew dewletan, bi hêzên îstixbaratê yên navneteweyî re û bi kişandina tetîkê ya MÎT'ê êrişa li ser jinên siyasetmedar wekî perçeyekî şerê taybet ketiye meriyetê. Bi vê komkujiyê têkoşîna jinê, pêşengiya jinê, dîplomasî, ciwan hedef hatine girtin û tevî ku ji ser 9 sal derbas bûne jî hîn ronî nebûye."
 
TJA'yê di dewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:
 
"Komkujiya ku piştî hevdîtinên muzakereyê yên Birêz Abdullah Ocalan ê ku jiyana hevpar a di çarçoveya gelên demokratîk a li dijî şer de diparêze û hevdîtina parêzera wî Ayla Akat Ata û Ahmet Turk a di 3'yê Çileya 2013'an de pêk hat di heman demê de li dijî hewildana Birêz Abdullah Ocalan a ji bo aştî û demokrasiya gelan e. Bêyî ku darizandineke adîlane pêk bê Omer Guney bi awayekî bi guman mir. Ev jî tê wateya girtina ser komkujiyê. Qetilkirina 3 jinên siyasetmedar Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar a di 4'ê Çileyê ya 2016'an de berdewamiya xistina meriyetê ya mekanika dijminatiya li dijî jinê ye."
 
Dê sedsala 21'emîn bibe sedsala azadiya jinê 
 
Heta desthilatdariya mêr a ku dixwaze li gor xwe kurd û jinê ava bike serobina nebe dê têkoşîna azadiya gel û jinan negihêje serkeftinê. Wekî TJA'yê li dijî dîroka serfiraziya mêr a li ser me tê ferzkirin em ê dîroka azadî û serhildanê ya jinê esas bigire û em ê wateya dîroka xwe ji siberojê re ragihînin. Di şexsê Sakine Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar de em têkoşînê didin û em hemû hevalên xwe yên jin ên jiyana xwe ji dest dane wekî kevirê mîhengê yê dîrokê dibînin. Bi hêz û baweriya em ji têkoşîna her 6 jinên kurd ên siyasetmedar digirin em xwe bi rêxistin dikin û dê sedsala 21'emîn bibe sedsala azadiya jinê."