Dayikan bertek nîşanê êrîşa goristanê dan: Ji hestiyê zarokên me ditirsin

  • 09:14 8 Çile 2022
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Dayikên Cizîrê, bertek nîşanê êrîşa Goristana Asrî yê hat kirin dan û gotin: “Dixwazin kurdan tune bikin. Ji ber vê yekê dixwazin gorên me jî tune bikin. Ew çixwasî xirap bikin, em ê carekedin çêbikin. Ji hestiyên zarokên me jî ditirsin.”
 
Li Goristana Asrî ya navçeya Cizîraa Şirnexê, gorên kesên ku di qedexeya derketina derve ya 2015’an de jiyana xwe ji dest dan û du gorên YJA-STAR û HPG’ê ji aliyê kesên ku nasnameya wan nehat diyarkirin ve hatin rûxandin. Gorên ku kêlikên wan hatine şinadin, axa li ser gorekê jî hatiye kolandin. Dayikên Cizîrê, êrîşa li dijî goran şermezara kirin û pirskirin ku çi ji gorên zarokên wan dixwazin.
 
‘Bi giştî 7 goristan hatine texripkirin'
 
Li Goristana Asrî yê gora Saît Çagdavûl ê ku di qedexeya derketina derve ya 4’ê îlona 2015’an de dest pê kir û di 12’yê îlona 2015’an de bi dawî bû de jiyana xwe ji dest dabû, hat texrîpkirin. Dayika wî Gurbet Çagdavûl, bertek nîşanê êrîşê da û diyar kir ku ew roja pêncşemê dema çûye li ser gora kurê xwe dîtiye ku hatiye texrîpkirin."
 
Gurbetê, destnîşan kir ku 7 goristan hatine texripkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em roja berê wê çûn serdana goristanê. Lê belê dema em çûn ser gorên zarokên xwe me dît ku hemû kêlikên gorê hatine şikandine û keviran ji cihê wan hatin derxistin. Ew rewş me gelekî xemgîn kir û em gelek pê êşiyan. Wê miriyên me ji gorên wan jî derxînin. Miriyên me dê çi bi wan bike. Mafê malbatan jî heye ku bikaribin biçin ser gorên zarokên xwe. Lê destûrê nadin ku em kulîlkan daynîn ser gorên zarokên xwe. Ew zarokên me yên ku dema qedexeyê de hatin kuştin, bi zanebûn hatin qetilkirin. Di dema qedexeyê de destûrê nedan ku em cenazeyê wî ji mizgeftê derxin. Zarokên me qetilkirin jî dilê wan sax nebû. Em tu carî serê xwe li ber dijmin natewînin. Ew çiqasî kêlikên zarokên me bişkînin jî em ê dîsa gorên wan çêkin."
 
‘Dewletê êrîşê gorên zarokên me kiriye’
 
Gurbetê, diyar kir ku ew gelek baş dizanin ku kî êrîşê gorên zarokên wan kiriye û wiha dom kir: “Em gelek baş dizanin ku dewletê êrîşê gorên zarokên me kiriye. Ji ber ku xeynî wan tu kes nikare êrîşê gorên zarokên me bike. Li derdora goristanê qemereyên mobesê jî hene, tu kes nikare biçe tiştek wisa bike. Ligel qemereyên wê derê jî êrîşê gorên zarokên me kirine. Ger ku dewletê bi xwe nekiribe, bila wê demê derbixin holê ku kî kiriye. Ji ber ku em kurd in ev êrîşan li dijî me û gorên zarokên me dikin. Ger ku dewlet zirarê nedeme, em nadin wan. Bi vê êrîşê xwestin dilê dayikan cara duyem bişewitînin. Em naxwazin êdî dilê dayikan bişewite. Ji xwe em diqehirin, lê niha jî dixwazin ji bo hestiyên zarokên xwe jî biqehirin. Em naxwazin êdî dayik bigirîn. Em naxwazin êrîşê gorên zarokên me bikin û gêlê qawan neşkînin. Ew ji hestiyên zarokên me jî ditirsin. Ev ne cara yekeme û ne jî cara dawî ye. Hertim êrîşê gorên zarokên me dikin.”
 
‘Çi ji wan goran dixwazin?’
 
Hevseroka Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) a Şirnexê Mevlude Gungen jî texrîpkirina goristanan şermezar kir û got ku ev tişta hatiye kirin ne mirovahî ye û wiha pê de çû: “Zarokên me mirîne jî diçin kêlikên wan dişkînin û dikolin. Dixwazin kurdan tune bikin. Ji ber vê yekê jî dixwazin gorên zarokên me jî tune bikin. Ev jî parçeyek şerê taybet û derûniyê ye li ser me dimeşînin. Bila zilm bi dawî bibe. Gorên zarokên me li ku derê dibin bila bibin dewlet tim êrîş dike. Heta niha gelek caran gorên zarokên me hatin gulebaran kirin û wêran kirin. Zarokên me kuştin têr nekir û niha jî gorên wan texrîp dikin. Çi ji wan goran dixwazin? Ev neheqiye li tê kirin. Ji gorên zarokên me jî eciz dibin. Ji ber vê yekê êrîşê gorên me dikin û dixwazin bi temamî tune bikin. Ew ji gorên zarokên me jî ditirsin. Em êdî jiyanek azad û wekhev dixwazin. Heta niha em bûne şahidê gelek goristanan ku êrîş hatine kirin. Em îro bûne şahidê vê jî. Em vê ji bîr nakin. Ev ne mirovahî û ne jî misilmanî ye. Ew çixwasî êrîş dikin bila bikin, dawiyê xweşî û azadî ye. Li dijî vê zilmê divê em dayikên tirk û kurd dest bidin destên hevdû.”
 
‘Kurd her roj tên kuştin’
 
Rêvebera MEBYA-DER’ê ya Şirnexê Heznî Arslan a ku di qedexeya derketina kolanan a 2015 û 2016’an de du zarokên xwe winda kiriye, êrîşa li dijî goran hatiye kirin wek bêehlaqî bi nav kir û got: “Ev li dijî mirovahî û ehlaqê ye. Ew çi ji gorên zarokên me dixwazin. Ev êrîş ne li gor civakî, ne jî li gor olê û ne jî li gor hiqûqê ye. Ev êrîşan dewlet bi xwe dike. Kesên ku van êrîşan dike jî di bin navê dewletê de dike. Kesên ku her saetê me dişlopînin, gelek baş dizanin ku kî vê êrîşê kiriye. Xeynî wan kes êrîşê gorên me nake. Ev êrîş ne cara yekem e û ne jî cara dawî ye. Hertim êrîşê gorên zarokên me dikin, gêlê wan dişkînin û gulebaran dikin. Hestiyên zarokên me ji gorên wan derdixin û winda dikin. Ew çi dikin bila bikin em dev ji doza zarokên xwe bernadin. Mirov carekê tê kuştin. Lê belê em kurd her roj tên kuştin. Her roj birînin dilê me ji nû ve vedikin. Em her roj tên kuştin.”
 
‘Heta em saxbin em ê li ser rêça zarokên xwe bin’
 
Ayşe Atabey jî ku di dema qedexeyan de kurekê xwe li Cizîrê û kurekê xwe jî li Nisêbînê winda kiriye û destnîşan kir ku zilmê li kurdan dikin û wiha bi lêv kir: "Ji zarokên me ditirsin û gorên wan xirap dikin. Dil û kezeba me diêşê. Kesên ku dijminatiya kurdan dikin, ji gorên zarokên me jî eciz dibin. Êrîşê gorên zarokên me dikin dixwazin kezeba dilê dayikan carekedin bişewitînin. Kurê min Halîl li Cizîrê şehît ket, min cenazeyê wî dît, anî defin kir. Lê kurê min Nesîm ê ku li Nisêbînê şehît ketiye hêj jî cenazeyê wî min nedîtiye. Ev 6 sal in hêj cenazeyê kurê xwe digerim. Cenazeyên zarokên me ji me direvînin. Zarokên me kuştin jî dilê wan rihet nebûye. Ew çi dikin bila bikin em dev ji vê dozê bernadin. Heta em saxbin em ê li ser rêça zarokên xwe bin.”