ROJEVA 8'Ê ÇILEYÊ YA 2022'YAN

  • 09:00 8 Çile 2022
  • Rojev
*Dayikên Aştiyê yên ji Geverê derketin rê ku piştî rêwistiya du rojan şûnde xwestin bi wezareta dadê re hevdîtinê bikin hatin derbkirin. Jinan tiştên jiyan vegotin: “Rûyê wan tune ye derkevin pêşberî me. Ji ber tirsiyan bi dehan polîsan em asteng kirin.” BI DÎMEN
 
*Dayikên ku jiyana wan bi têkoşînê tijî ye û tu carî zilm qebûl nekirine îro jî li dijî zilm û zordestiyê serî radikin. Yek ji van dayikên serhildêr jî Hasîna Guler a ku law û hevjînê wê  girtî ne. Hasîna, wiha behsa jiyana xwe dike: “Gava ku bi ser mala me de digirtin ji me re digotin hûn çima wekî me nakin. Dixwestin ku em serî bitewînin. Lê me serî netewand û em li pey doza xwe çûn.” BI DÎMEN 
 
*Rojnameger Selma Akkaya ya komkujiya Parîsê ji destpêkê de dişopand, got ji bo ronîkirina komkujiyê berpirsyarî dikeve ser milê her kesî û diyar dike di şexsê her sê jinên siyasetmedar de tevgera jinên kurd hedef hatiye girtin. BI DÎMEN 
 
*Pêkanîna lêgerîna bi dîmen ya li girtîgehan ku demek dirêj bû di rojevê de bû li girtîgehên wek herêmên pîlot hatin hilbijartin, dest pê kir. Yek ji herêmen pîlot ya hat hilbijartin girtîgeha Jinan a Amedê bû. Ozlem Seyhan ya li girtigehê girtî bû got: “Bi  kabînên hatine bicihkirin, armanc dikin li koxuşan girtiyan bi giştî tecrîd bikin, îzolasyonê zêde bikin. Di koxuşê me de kamera hene, ji xwe em 24 saetan tên temaşekirin.”
 
*Dayikên Cizîrê, bertek nîşanê êrîşa Goristana Asrî yê hat kirin dan û gotin: “Dixwazin kurdan tune bikin. Ji ber vê yekê dixwazin gorên me jî tune bikin. Ew çixwasî xirap bikin, em ê carekedin çêbikin. Ji hestiyên zarokên me jî ditirsin.” BI DÎMEN