Êrîşa li dijî goristana li Cizîrê hat şermezarkirin

  • 15:43 7 Çile 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - MEBYA-DER a Şirnexê, têkildarî rûxandina Goristana Cizîrê ya gorên kesên ku di qedexeya derketina derve ya 2015’an de jiyana xwe ji dest dan lê ne daxuyanî da û wiha got: “Ev êrîşa hovane ya li dijî nirxên gelê kurd, parçeyek ji konsepta teslîmiyetê ya li hemberî berxwedan û helwesta bênavber a gelê me ye. Em vê êrîşê bi tundî şermezar û lanet dikin.”
 
Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) a Şirnexê, têkildarî gorên kesên ku di qedexeya derketina derve ya 2015’an de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê kesên ku nasnameya wan nehat diyarkirin ve hatin rûxandin de daxuyanî da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêvebirên HDP’ê yên Cizîrê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla rêvebirê MEBYA-DER’ê Ramazan Dalmiş ve hat xwendin.
 
‘Kevirên goran ji cihê wan hatine derxistin û parçekirin’
 
Ramazan, da zanîn ku hemû gel û di serî de gelê Cizîrê her roja pênceşê piştî nimêja piştî nîvro serdana gorên xizmên xwe yên jiyana xwe ji dest dane dikin, dua dikin û careke din wan bi bîr tînin û wiha got: “Malbatên me duh di nav êşek mezin de bûne şahid ku di dema qedexeyan de zarokên me yên jiyana xwe ji dest dane 7 gorên wan hatine texrîpkirin û ji cihê wan hatine derxistin, gorek jî hatiye kolandin.”
 
‘Parçeyek ji konsepta teslîmiyetê ye’
 
Ramazan, destnîşan kir ku ev êrîşeke hovane û bêexlaqî ye û wiha dewam kir: “Ev êrîş li dijî gel û malbatên me hatiye kirin. Ne di ol û bawerî, ne jî di urf û edetên civakan de êrîş û xerakirina goristanan tune ye. Lê belê di feraseta AKP-MHP’ê ya desthilatdariyê de em bûne şahidê gelek mînakên êrîşên bi vî rengî. Ev êrîşa hovane ya li dijî nirxên gelê kurd, parçeyek ji konsepta teslîmiyetê ya li hemberî berxwedan û helwesta bê navber a gelê me ye. Em vê êrîşê bi tundî şermezar û lanet dikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.