Jinan ji bo Aysel Tugluk dest bi kampanyaya îmzeyê kirin: Em naxwazin dereng bikeve

  • 13:38 7 Çile 2022
  • Rojane
EQNERE - Jinên ji gelek deveran hatin gel hevdu bi dirûşma "Ji bo azadiya Aysel Tugluk ji 100 Jinî Bang" ji bo Aysel Tugluk dest bi kampanyaya îmzeyê kirin û daxwaz kirin ku hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. 
 
Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) a berê Aysel Tugluk a niha di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê de tê girtin di warê tendirustiyê de rewşa wê her ku diçe xerabtir dibe. Jinên ji gelek deveran hatin gel hevdu bi dirûşma "Ji bo azadiya Aysel Tugluk ji 100 Jinî Bang" ji bo Aysel Tugluk dest bi kampanyaya îmzeyê kirin û daxwaz kirin ku hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Ji niha de 2 hezar û 520 kesî piştgirî dane vê kampanyayê. 
 
Banga piştgiriyê 
 
Jinên ji Emerîka, Fransa, Danimarka, Elmanya, Hollanda, Swîsre, Îngilistanê û hwd. îmza avêtin binê metna kampanyaya ji bo Aysel Tugluk. Jinan ji bo piştigiriya îmzeyê bang kirin. 
 
Yek ji parçeyê bi qîmet ê têkoşîna jinê ye
 
Jinên ku diyar kirin ew di şexsê girtiya nexweş Aysel Tugluk de mafê jiyanê yê hemû girtiyan diparêzin wiha gotin:"Em bi hemû hebûna xwe li gel Ayselê ne. Ayselê yek ji wan jinan e ku li ser erdnîgariyeke dijwar hatiye dinê. Ew parêzvana demokrasî û azadiyê ye. Yek ji parçeyê bi qîmet ê têkoşîna jinê ye."
 
Banga azadiyê ya ji bo girtiyên nexweş 
 
Jinan di dewamiya metna ku parvekirin de wiha gotin:"Îro li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene. Tenê meha borî 7 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Mafê hemû kesî heye ku li mala xwe tedawiyê bibînin. Em li mafê jiyanê xwedî derdikevin. Hîn nebûye dereng em ji Aysel Tugluk û di şexsê wê de ji bo hemû girtiyên nexweş azadiyê dixwazin."
 
Ji ser vir mirov dikare xwe bigihêjîne lînka kampanyayê:  https://forms.gle/AdzkAsxHiRqDfgUU6