Jinên dimeşin rojê: Sara, Rojbîn, Ronahî

  • 09:16 7 Çile 2022
  • Rojane
AMED - Sara, Rojbîn û Ronahî yên li dijî pergala serdest ya mêr serî hildan û di têkoşîna azadiya kurd û jinan de hatin gel hev. Di ser qetilkirina wan de 9 sal derbas bû lê ew hîna riya berxwedana jinan ronî dikin…
 
Di 9’ê çileyê 2013’yan de hemû cîhanê şahidiya komkujiyeke mezin ya siyasî kirin. Yek ji pêşengên kadroya PKK’ê Sakîna Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), Endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê çileyê 2013’yan de li Parîsê li Buroya Enformasyona Kurdistanê ya Parîsê ji aliyê sîxurê MÎT’ê Omer Guney ve hatin qetilkirn. Di vê ku komkujiya siyasî ku wek komploya navneteweyî hat nirxandin, sê siyasetmedarên jin yên Kurd hatin qetilkirin.
 
Xwediyê pevçûna watedar: Sara
 
Sakîne Cansiz ya ji bo jinên kurd û hemû jinan nasnameyeke pêşeng dihewand, di biryarbûna gelek jinên ji pergalê qûtbûn jiyan de bi bandor bû. Sakîneyê bi têkoşîna xwe li girtîgeha Tîpa E ya Amedê çavê Esat Oktay yê îşkencekar tirsan. Sakîne di 1958’an de li gundê Tahti ya Dêrsîmê zaroka malbateke Elewî hat dinê. 8 xwişk û bira bûn. Serhildana ewil a Sakîneyê  li dijî rolên zayendperst yên li jinan hatin ferzkirin bû. Sakîne bi vê serhildanê re têkoşîna şoreşger jî nas dike.
 
Malbata Sakîneyê pirsgirêkên aborî dijî û ewil bavê wê piştre ew û birayê xwe diçin Almanyayê. Çend salan li wir dimînin û piştre dîsa tên welat û vê carê dayika wê diçe Almanyayê. Bi çûyîna dayika wê re berpirsyariya xwişk û birayên wê dikevin ser wê û hem dibisitanê dixwîne hem jî li xwişk û birayên xwe dinêre. Sakîne wê demê di têkoşînê de aktîftir cih digire. Sakîne vê pêvajoyê di pirtûka ‘her tim pevçûn bû jiyana min’ wek pêngava ewil a rêxistinbûnê digire dest.
 
Di damezrandina PKK’ê de cih digire
 
Sakîne ku bi fraksiyonên çep re tevdigere, ji bo xebatê diçe Îzmîrê bi karkerên fabrîkayê re dikeve grevê. Polîs êrîşê wan dike, Sakîne û gelek karkerên din dike binçavan. Sakîne vê pêvajoyê bi van gotinan vedibêje; “Me lêdan xwar, lê  me zanibû greva me deng daye. Ji ber vê di wesayîta polîsan de me li hev mêze dikir û em dikeniyan.” Sakîne piştre diçe Enqereyê û Ciwanên Apocî yên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji wan re pêşengî dikir nas kir. Sakîne di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîs a Licê ya Amedê bi tevlibûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 20 kesên din re di damezrandina PKK’ê de cih digire û yek ji du jinên di damezrandinê de cih digire ye.
 
Riya berxwedanê fêrî jinan kir
 
Di PKK’ê de tovên ewil yên têkoşîna azadiya jinê davêje. Di 1979’an de li Xerpêtê di operasyona li dijî sempatîzan û kandroyên PKK’ê de tê girtin. Tevî îşkenceyên giran teslîm nabe û dibe sembola xeta berxwedanê. Bi darbeya 1980’an de ji bo jinên ketin girtîgehê perwerde da, ew perwerde kirin û moral da. Di dema tarî ya li girtîgeha Amedê ku Esat Oktay anîbûn Amîriya Ewlehiya Hundir, bi berxwedana xwe ji bo girtî û malbatên girtiyan bû hêvî. 
 
Abdullah Ocalan: Tu ji çiyan hez dikî
 
Sakîne pêvajoya girtinê de li girtîgehên cud dimîne. Di 26’ê Kanûna 1990’an de ji girtîgeha Çanakkaleyê tahliye dibe û piştî demekê şûnde ji bo perwerdê diçe Akademiya Mahsum Korkmaz. Li vir perwerdê dibine û piştre berê xwe dide çiyê.  Sakîne demek dirêj li çiyayên azad dimîne û piştre ji bo xebatên dîplomasiyê diçe Ewropayê. Herî dawî diçe Fransayê û li wir bi hevalên xwe Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez re di encama suîkastek siyasî de tê qetilkirin.
 
Berdevka dîplomasiya Kurd: Fîdan Dogan
 
Fîdan Dogan di 17’ê Çileyê 1982’an de li gundê Hançiplak a Elbîstan a Mereşê hat dinê. Fîdan 2 salî bû malbata wê neçar ma koçî Fransayê bike. Fîdan jî di 9 saliya xwe de diçe cem malbatê. Fîdan kampên penaberan di vî temenê xwe de nas dike. Perwerdeya navîn û lîseyê li Strasburga Fransayê temam dike. Malbata wê malbatek welatparêz bû û ji ber vê jî Fîdan di nav çanda Kurd û têkoşîna neteweya Kurd de mezin dibe.
 
Fîdan diçe Komeleya Çanda Kurd a Strasburgê û di faliyetên çandî de cih digire. Piştî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployekê anîn Tirkiyeyê şûnde, Fîdan bi awayekî çalak tevlî têkoşînê dibe. Tevlî xebatên ciwanan ên Ewropayê dibe û navê ‘Rojbîn’ bi kar tîne.
 
Ligel dîplomasiya gel
 
 Rojbînê di 2002’an de peywira nûneriya Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) digire. Fîdan li gelek welatên Ewropayê faaliyetê dîplomatîk dimeşîne û bi gelek siyasetmedarên li Ewropayê re tê gel hev. Her çiqas bi gelek siyasetmedarên payebilind re bê cem hev jî ew her tim li alî dîplomasiya gel bû. Aliyê wê yê herî zêde bal dikişand jî, cidiyet, hewldêrî û hêza wê ya îqnayê ya di xebatan de bû. Di 2007’an de li dijî jehrîbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi daxwaza ku CPT heyetekê bişîne Îmraliyê çalakiya grevê ya 39 rojan pêk hat û Fîdanê berdevkiya çalakiyê kir.
 
 Dibe berpirsa Enformasyonê
 
 Rojbînê di nav salan de di qada dîplomasiyê de xwe pêş dibe û di 2011’an de berpirsyariya Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Parîsê digire. Şerê li welat dimeşiyan jî di platformên navneteweyî de dianî ziman. Rojbînê ji forumên civakî heta senatoyan, parlamento û heta Konseya Ewropayê dibe fîgura dîplomatîk a delegasyona Kurd. Heta roja hat qetilkirin jî xebatên xwe bê navber meşand.
 
 Têkoşîneke bi surgunê hatiye destpêkirin
 
Yek ji sê jinên hatin qetlkirin Leyla bû û ya herî ciwan bû. Malbata wê ya li Licê dijiya ji ber zextên dewletê koçî Mersînê dike. Leyla li wir tê dinê. Di 1’ê Çileyê 1989’an de li Mersînê tê dinê û zarokatiya wê li wir derbas dibe. Zextên dewletê li wir jî didomin. Leyla bi malbata xwe re koçî Ewropayê dike.
 Leyla û malbata ku bêyî yek alavên xwe bigirin çûn Elmanyayê li bajarê Halle ya eyaleta Saksonya-Anhalt bi cih bûn. Bi salan têkoşîna jiyanê dan. Malbatê ligel dibistanên Alman, zarokên xwe ji çanda xwe dûr nehiştin û birin Komeleya Kurd. Leyla li wir di koma reqsê de cih digire.
 
Hêrsa Leylayê ya li dijî zextên dewletê mezin dibe û wek Sakîneyê biryar digire ku hêrsa xwe biguhere pevçûnê. Leyla di 2008’an de çalak tevlî xebatan dibe û 2 sal şûnde di 2010’an de tevlî PKK’ê dibe. Leyla piştî demekê dîsa vedigere Ewropayê û xebatên ciwanan dimeşîne. Leyla ku bi biryar û samimiyeta xwe dihat nasîn 9’ê Çileyê 2013’an  de bi Sakîne û Fîdanê re hat qetilkirin…