ROJEVA 7'Ê ÇILEYÊ YA 2022'YAN

  • 09:00 7 Çile 2022
  • Rojev
 
*Ciwana bi navê Zeynep Kurt têkildarî bandorên qeyranê yên li ser ciwanan ji jiyana xwe mînak dan û wiha got: "Me êdî dev ji xeyalên xwe berdan, hêviyên me di derbarê siberojê de nemane. Berê min bi 40 lîrayê tirkî debara malê dida meşandin, niha bi 80 lîrayî em birçî dimînin. Qeyran hebû û her ku diçe jî li ser me ciwanan dibe bar." DÎMEN HEYE
 
*Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk destnîşan kir ku tecrîda li Îmralilyê di 2021’ê de girantir bûye û li dijî vê tecrîd di qada Tirkiye û navneteweyî de zêdetir bûye rojev û got: “Hîna jî serdan nayên kirin. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye bi cidiyet nêzî raporên CPT'ê nabe.” 
 
*Dayikên Aştiyê yên ji Geverê derketin rê ku piştî rêwistiya du rojan şûnde xwestin bi wezareta dadê re hevdîtinê bikin hatin derbkirin. Jinan tiştên jiyan vegotin: “Rûyê wan tune ye derkevin pêşberî me. Ji ber tirsiyan bi dehan polîsan em asteng kirin.” BI DÎMEN
 
*Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Stenbolê Arzu Kayaoglu der barê runiştina gumanbar Onur Gencer yê Denîz Poyraz qetil kir de axivî û da zanîn ku lêpirsîn û darizandinek adîlane nehatiye kirin û got: “Serokê dadgehê beriya wê biryar dabû.  Wekê ku bûyereke edlî ye nêrî.” DÎMEN HEYE
 
*"Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, tenduristiyê wiha bi nav dike ‘Rewşeke giştî ya baş a rih, fîzîk û civakî ye’.Di venasîna hatiye kirin de, tê gotin ku bi taybetî li Kurdistanê û bi giştî li cîhanê tenrustiya baş ne pêkane ku ji rewşa siyasî û polîtîk cuda be.  Pirsgirêka tenduristiyê girêdayê pirsgirêka azadiyê ye, yanî tendirustiya baş girêdayî azadiyê ye. " NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Sara, Rojbîn û Ronahî yên li dijî pergala serdest ya mêr serî hildan û di têkoşîna azadiya kurd û jinan de hatin gel hev. Di ser qetilkirina wan de 9 sal derbas bû lê ew hîna riya berxwedana jinan ronî dikin…
 
*Malbatên ku bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û taloqkirina înfazan li Enqereyê hinek hevdîtin kirin, diyar kirin ku wê şopdarê mijarê bin. Malbatan wiha gotin: “Em di vê mijarê de bi israr in. Ji ber partiyên siyasî jî dixwazin di vê mijarê de çareseriyek pêk bê.”