Çalakiya malbata Gulîstan Doku di roja 6'an de ye

  • 16:11 6 Çile 2022
  • Rojane
 
DERSIM - Çalakiya nobetê ya malbata Gulîstan Doku ya li pêş Edliyeya Dersimê di roja 6'an de dewam dike. 
 
Çalakiya rûniştinê ya malbata xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku ku ji 5'ê Çileya 2020'î ve li Dersimê winda bû û agahî jê nayên girtin, a li pêş Edliyeya Dersimê di roja 6'emîn de dewam dike. Dayik Bedriye û bav Halît Dokû yên nîvro hatin pêş avahiya edliyeyê, wêneyên keça xwe hilgirtin û li aqûbeta wê pirsîn. 
 
Endamên Meclîsa Jinan a HDP’a Dêrsimê jî ji bo piştgiriyê, serdana malbata Gulîstan Doku kir.