Nobeta Edaletê ya Amedê di roja 52’yemîn de berdewam dike

  • 14:34 6 Çile 2022
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazê wan hatine şewitandin li Amedê di roja 52’yemîn de didome. Malbatan banga piştgiriyê û hestiyariyê kirin.  
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 52’yemîn de berdewam dike. Ji destpêkê de heya niha gelek rêxistinên sîvîl û partiyên siyasî serdana malbatan dikin û banga pêkanîna edalet û daxwaza malbatan were bicîhkirin dikin. Îro jî welatiyên ku xizmên wan di girtîgehê de ne serdana malbatan kirin.
 
Malbatan jî daxwazên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku heya daxwazên wan neyê bicîh kirin ew ê dev ji nobeta xwe bernedin.