NuJINHA 1 salî ye

  • 11:33 6 Çile 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - NuJINHA ya xwe wekî "Ji do heta sibehê dengê jinê" xwe pênase dike saleke berê îro dest bi jiyana weşanê kir. 
 
NuJINHA ya bi pêşengiya Weqfa Çandê ya Medyayê ya Jinê ya navenda wê li Siwêdê ye hat avakirin îro dest bi jiyana weşanê kir. NuJINHA, di serî de li Rojhilata Navîn li tevahiya cîhanê bi pênc zimanan dengê jinê dide bihîstin û geşedanên dîrokî û rojane derdixe pêş. 
 
Di nivîsa li ser ajansa NuJINHA'yê hat parvekirin de wiha hat gotin:
 
"Li Rojhilata Navîn serhildana jinan wekî gulberojkê ji axê hêdî hêdî derket û rûyê xwe da tavê yanî ronahiyê. Têkoşîna jinan li ser vê axê û cîhanê li gelek cihî ji bo jinan bû ronahî. 
 
Ji bo siberoja bi destên xwe ava kirine bêtir bê dîtin pêdiviya ji bo piştevaniyê jin dîsa anî gel hevdu. Rojnamegerên ji tecrubeyên ji raboriyê heta siberojê xwe xwedî kirin ji bo rastiyan û zimanekî din derketin ser rê. 
 
Ew ê dengên jinên li cihê kar bi mêtingeriyê rû bi rû dimînin, jinên li mal, cihên kar tune tên hesibandin êdî dîwar û sînoran derbas bike. 
 
Bi kurdî, erebî, farisî, tirkî, îngilizî bêyî cudatiya ziman, ol, nîjad ew ê çîroka her jinan bihêzbûna bi hev re bi bîr bixe. 
 
Bi pêşengiya Weqfa Çandê ya Medyayê ya Jinê ya navenda wê li Siwêdê ye wê jin heqîqeta jinbûyinê di rûpelên xwe de parve bikin. 
 
Jinên rojnameger wekî ajanseke nû dest bi vê rêyê kirin. NuJINHA amade ye ku li rawestgehên cuda dest jiyana jinan bide û guhertina jiyana wan ragihîne."