Di ser komujiya Parîsê de 9 sal derbas bû: Komkujî di tarîtiyê de tê hiştin

  • 09:10 6 Çile 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Parîsê di 2013’an de siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin û tevî di ser de evqas dem derbas bû, tevî hemû delîlan, li şûna ku Fransa berpirsan derxe holê, pêngav bi pêngav hewl da serê bûyerê veşêre. 
 
Ji bo komkujiya li ser xeta Parîs-Enqereyê bê ronîkirin, gelê kurd bê navber têkoşîn meşand, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî ji roja ewil de nirxandina ‘Peyam ji bo me ye, peyam ev e; PKK wisa dikare bê çareserkirin! Darbeya 9’ê Çileyê darbeya qedandina pêvajoyê ye’ kiribû. Di rojên pêvajoya ku hevdîtinên der barê çareseriya pirsgirêka kurd de di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dewletê de hatibûn destpêkirin û yekem car parlamenterên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) çûbûn Îmraliyê, li paytexta Parîsê ya Fransayê sê siyasetmedarên jin ên kurd hatin qetilkirin. Di 3’yê Çileya 2013’an de parlamenterên BDP’ê çûn Îmraliyê û 6 roj piştî hevdîtinê di 9’ê Çileyê 2013’an de  yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) û Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan, li Buroya Enformasona Kurdistanê ya li nêzî Îstasyona Trînê ya Gare du Nord a Parîsê, hatin qetilkirin. Di ser bûyerê re 9 sal derbas bûn.
 
Komploya navneteweyî
 
Piştî komkujiyê çavkaniyên dozgeriya Parîsê ku ji çapemeniya Fransayê re axivîn wiha gotibûn: “Em wisa difikirin ku Serwîsên Veşarî yên Tirk (MÎT) cînayeta ku ewil Sakîne Cansiz hedef girtiye plan kiriye û tevlî astên amadekariya wê bûye.” Sê jinên kurd li kolana herî qelebalix a Fransayê hatin qetilkirin û piştî bûyerê endamê MÎT’ê Omer Guney hat binçavirin û 8 roj şûnde hat girtin. Ji ber komkujî li Fransayê bi destê MÎT’ê pêk hat wek ‘komploya navneteweyî’ hat nirxandin. Hikûmeta Fransayê di vê pêvajoya derbas bûyî de rola Tirkiyeyê ya di komkujiyê de lêkolîn nekir û li ser nesekinî.
 
Têkiliya Omer Guney a bi MÎT’ê re
 
Komkujî di demên ewil ên destpêkirina hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, pêk hat. Vê rastiya komkujî û komployê derxist holê ku hêzên navneteweyî nexwestin çareseriya pirsgirêka kurd pêk bê. Dozgerê Komarê yê li Enqereyê der barê komkujiyê de lêpirsîn dimeşand, ewil komkujî li gorî gotinên serokwezîrê demî Tayîp Erdogan wek ‘înfaza navxweyî’ nîşan da. Lê bi belgeyan eleqeya MÎT’ê ya bi komkujiyê re derket holê.
 
Merciyên edlî yên Fransayê piştî ku tetîkêş Omer Guney hat girtin, diyar kir ku têkiliya kujer bi MÎT’ê re heye beriya komkujiyê 13 caran çûye Tirkiyeyê û bi Saziya MÎT’ê ya Enqereyê re di nava têkiliyê de bûye. Rewşa mijara gotinê ji saziyên têkildar ên li Tirkiyeyê hat pirsîn lê der barê vê de bersivek nehat girtin. Piştî bûyerê Wezîrê Karê Hundir ê Fransayê Manuel Valls daxuyaniya ‘ev cînayet nayê qebûlkirin’ da û îfade kir ku ew bi biryar in ku wê vê komkujiyê ronî bikin. Lê tevî vê biryara veşariyê danîn ser dosyaya lêpirsînê. Ev biryar di 2014’an de hat rakirin lê piştî demekê dîsa hat girtin.
 
Bi rakirina biryara veşariyê ya li ser lêpirsîna doza li Fransayê hatiye temamkirin re îfadeyên bi nakok ên kujer Omer Guney, qeyda deng ya aydê wî ya li ser Youtubeyê, daneyên dosyaya di mijara têkiliya wî ya bi MÎT’ê re û hevdîtinên telefonê di çapemeniyê de hatin weşandin.
 
Mirina bi guman a gumbar
 
Lêpirsîna der barê ronîkirina komkujiyê de heta Gulana 2015’an berdewam kir. Piştre biryar hat dayîn ku gumanbar Omer Guney di 5’ê Kanûna 2016’an de derkeve dadgehê. Lê parêzerên her sê siyasetmedarên kurd îtîrazî roja rûniştinê kirin û xwestin rûniştinê bigirin dîrokek nêz. Tevî vê dîroka rûniştina yekem wek 23’yê Çileyê 2017'an hat diyarkirin. 36 roj mabû ji rûniştinê re, di 17’ê Kanûna 2016’an de gumanbar Omer Guney nerehet dibe û radikin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Piştî mirina biguman a gumanbar, doz ket.
 
Lêpirsîna nû hat destpêkirin
 
Di encama hewldana malbat û parêzeran de di Nîsana 2017’an de der barê rola MÎT’ê ya di komkujiyê de lêpirsîna nû hat destpêkirin. Malbatan di Adara 2018’an de  ji bo kesên talîmata komkujiyê dane û hevkarên sûc tevlî lêpirsînê bên kirin serlêdan kirin û li ser vê dadgerekî dij-teror hat peywirdarkirin.
 
Îstîxbarata kevin komkujî îtîraf kir
 
Li Fransayê yekem car di doza cînayeteke siyasî de navê welatekî din, navê serwîsa Îstîxbarata Tirkiyeyê derbas bû. Serokê Daîreya Îstîxbarata Kevn a Fermandariya Giştî Îsmaîl Hakki Pekîn, di 19’ê Sibata 2021’ê de di bernameyeke televîzyonê de îtîraf kir ku qetilkirina sê jinên li Parîsê operasyona dewletê ye. Piştî ve daxuyaniyê Kongreya Civaka Kurdistaniyan a Demokratîk a Ewropa (KCDK-E) û Tevger Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E), bang li hikûmeta Fransayê kirin ku berpirsiyariya xwe bînin cih.
 
Cihê gorê hat veşartin
 
Ji ber agahiyên ku Fransayê ji wezaretên karê derve û edeletê xwest, nehatin şandin, ji ber mirina biguman a Omer Guney û ji ber cihê gora gumanbar nayê zanîn bû sedem ku doz di tarîtiyê de bimîne. Li çar alî cîhanê ji bo ronîkirina komkujiyê têkoşîn didome.
 
‘Provakasyona der barê qedandina pêvajoyê de’
 
Piştî komkujiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan der barê qetilkirinê de tespît kiribû. Ocalan der barê belge û agahiyên derketin holê de wiha gotibû: “Baransu û Emre filan, nivîsa ‘Ger 22 kadroyên PKK’ê bên kuştin’.  Bi Sakîneyê dest pê kirin. Qetilkirina Sakîne û hevalên wê provakasyona li dijî qedandina pêvajoyê ye.”
 
Peyamek ji bo me ye
 
Abdullah Ocalan her wiha daxuyankirin ku bi vê qetilkirinê, di esasê de hewl dane peyamê bidin PKK’ê û wiha gotibû: “Ji Ozal heta îro, hewldanên êrîşê yên li hember pêvajoya çareseriyê didomin. Dikaribû tiştên mezin jî pêk bihata. Qurbanên dawî yên Glaîdo Sakîne ew in. Peyam ji bo me ye. Peyam ev e; PKK wisa dikare bê çareserkirin! Darbeya 9’ê Çileyê darbeya qedandina pêvajoyê ye.”
 
‘9’ê Çileyê wê ji bo me dîrokek girîng be’
 
Abdullah Ocalan bal kişand ser nivîsa Mehmet Baransu ya di rojnameya Tarafê de ya ’21 kadroyên bi bandor ên PKK’ê bên îmhakirin wê mijar çareser bibe’ û ev tişt anî ziman: “Belê yek ji van Sakine bû.Yên din jî hîna hewl didin ku bikujin. Lîsteyek bi bandor derxistibûn. Lîsteyek wek salên 90’î. Wek lîsteya Çîlerê. Berê planên MÎT’ê jî yên wisa hebûn. Dema pêvajoya çareseriyê Sakîne Cansiz gelek erênî pêşwazî kir. Ji ber vê ew hedef girtin. Bûyera Sakîneyê wan bûyerek mezin e. 9’ê Çileyê ji bo me dîrokek girîng e.”
 
Ji bo komkujî ronî bibe
 
Di serî de jinên kurd û hemû gelê kurd û dostên kurdan, der barê komkujiya ku hewl tê dayîn di tarîtiyê de bê hiştin, ev 9 sal in têdikoşin ku berpirs bên darizandin. Bi têkoşîna tê meşandin re peyamên wê komkujî di tarîtiyê de nemîne tên dayîn.