ROJEVA 6'Ê ÇILEYÊ YA 2022'YAN

  • 09:00 6 Çile 2022
  • Rojev
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, Welîde Botî têkildarî girtina dêriyên Pêşxabûr û El-Welîd, her wiha êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got: "Armanca esasî ya dewleta tirk ew e ku hemû herêmên me dagir bike û ewlehiya herêmên me têk bibe. Dewleta tirk hemû zagon û mafê mirovan binpê dike." DÎMEN HEYE
 
*Peyamên zayendperest a ku bi rêya medyaya dijîtal ji jinan re tê şandin di demên dawiyê de zêdetir bûne. Rengîn Onuk, diyar kir ku peyamên ku tên şandin ne tişteke ji rêzê ye û got: "Ez serê ewilî gelekî tirsiyam lê divê em netirsin û li hemberî peyamên bi vî rengî bêdeng nebîn û wan teşhîr bikin.” BI DÎMEN 
 
* Jinên ku sala nû bi bûhabûna zêde pêşwaz kirin diyar kirin ku tu fêdeya bêdengiyê tune û wiha gotin: “Mirov dikarin dengê xwe bilind bikin û vê bişkînin .Bi qebûlkirin û runiştinê nabe. Ger ku gel bixwaze dikare vê ji holê rabike. Divê her kes dakeve kolanan.” DÎMEN HEYE
 
*Li Parîsê di 2013’an de siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin û tevî di ser de evqas dem derbas bû, tevî hemû delîlan, li şûna ku Fransa berpirsan derxe holê, pêngav bi pêngav hewl da serê bûyerê veşêre. 
 
*Gumanbar Muhammet Eren Sutçu yê ji bo komkujiyê bike çû Rêxistina HDP’a Bahçelîevler, hat berdan. Jinan bertek nîşan dan û gotin: "Em ji kesên ku komkujiyan pêk tînin re carek din dibêjin, hûn tu car nikarin me têk bibin." DÎMEN HEYE
 
*Garîbe Gezer li girtîgehê hatibû tecawizkirin û qetilkirin. Der barê êrîşa zayendî de serlêdana sûc hatibû kirin lê biryara neşopandinê danîn ser. Parêzerên Garîbeyê diyar kirin ku ev biryareke ji teknîk û wijdana hiqûqê dûr e û dozger lêpirsînek bi alî meşandiye, dixwaze dosyayê bigire. DÎMEN HEYE