DAKAP: Em ê Gulîstan Doku bibînin

  • 15:37 5 Çile 2022
  • Rojane
AMED - DAKAP, li Amedê ji bo Gulîstan Doku daxuyaniyek da û got: "Li Dêrsimê, polîs, walî, qeymeqam û daraz ji bo dîtina Gulîstanê gelo çi kirin?" 
 
Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP), bi minasebeta 2'yemîn salvegera windabûna Gulîstan Doku li Parka Hazal a semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta "Ev bû 2 sal, Gulîstan Daku li ku ye?" hat vekirin. Daxuyanî ji hêla endama Komîsyona ji bo Gulîstan Doku Edalet Dîlan Ergul ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji bo dîtina Gulistanê lêpirsineke baş nehatiye kirin û got: "Derbarê gumanbar Zaînal Abarakov de heta niha tiştek nehatiye kirin. Li Dêrsimê polîs, walî, qeymeqam û daraz derbarê faîl de çi kirin û çi lêkolîn pêk anîn? Derbarê Zaînal de tu lêpirsin nehatin kirin. 2 sal in Gulîstan winda bûye dewleta mêr çi diker? Tenê di hêla dîtbarî de di nava bendavê de lêgerînek pêk anî ewqas. Malbata Zainal Abakarov nehat lêpirsinkirin. Zainal bi rihetî çû derweyî welat û hat. Lê bi rojan li kolanên Dêrsimê jinan li pey Gulîstanê ketin. Jinên ku ji bo Gulîstanê çalakî li dar xistin bi şîdeta polîsan re rûbirû man. Têr nekir xwendevanên ku ji bo Gulîstanê çalakî li dar xistin ji yurdan hatin derxistin, cezayê disîplînê li wan hatin birîn û hatin binçavkirin."
 
'Dixwazin îqtîdara xwe biparêzin'
 
Dîlan, da zanîn ku çalakiya nobetê ya malbata Gulîstanê tê astengkirin û wiha bi lêv kir: "Em faîlên Gulîstanê û faîlên jinên ku hatine kuştin baş nas dikin. Em Ozgecan, Şûle û Nadîra serpêhatiyên wan dizanin. Em dadgerên ku Mûsa Orhan diparêzin nas dikin. Hûn bi leşker, polîs, medya, qanûn, polîtîkayên xwe li hemberî jinan derdikevin. Hûn dixwazin îqtîdara xwe ji jinan biparêzin. Ji ber vê hûn Zaînal û Mûsa Orhan diparêzin. Ji ber vê we Peymana Stenbolê betal kir. Ji ber jin îtiatê bikin hûn projeya Zanîngeha Jinan dixin meriyetê."
 
'Çima lêkolîneke berfireh nayê kirin'
 
Dîlan wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Em tu carî dev jî lêgerîna xwe ya ji bo dîtina Gulîstanê bernadin. Em îro li vir dipirsin; çi hat serê Gulîstanê? Kijan rayedarên dewletê parastina Zaînal û bavê wî dike? Ji bo dîtina Gulîstanê çima lêkolîneke berfireh nayê kirin. Ji bo malbata Gulîstanê temînata dîtinê hatin dayîn lê niha çalakiyên ku ji bo Gulîstanê tên kirin çima tên astenkirin? Çima derbarê Aygul Doku de lêpirsin hat destpêkirin? Ne 2 sal 2 hezar sal derbas bibin jî em ê lêgerîna xwe ya dîtina Gulîstanê bidomînin. Em dev jî Gulîstanê bernadin." 
 
Piştî daxuyaniyê xalê Gulîstanê Mehmet Nurkan axivî û diyar kir ku em dixwazin aqûbeta Gulîstanê bê zelalkirin. 
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Ne edaleta mêr, edaleta rasteqîn", "Em ê teqes Gulîstanê bibînin" û "Em bêdeng nabin, natirsin û îteat nakin" bi dawî bû.