'Nobeta Edaletê' di roja 51'ê de dewam dike

  • 14:59 5 Çile 2022
  • Rojane
 
AMED - Di roja 51'ê ya "Nobeta Edaletê" de DAKAP'ê serdana malbatan kirin û piştgiriya xwe anî ziman.
 
"Nobeta Edaletê" ya ji aliyê malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine betalkirin û nayên berdan li Baroya Amedê hatiye destpêkirin di roja xwe ya 51'ê de dewam dike. Platforma Dicleyê a Amedê ya Jinan (DAKAP) jî serdana nobetê kir.
 
'Em dev ji têkoşîna xwe bernadin'
 
Di nobetê de li ser navê jinan seroka Komeleya Jinan a Rosayê Edalet Kaya axivî û got: "Li dijî bêedaletiyê têkoşîna dayikan li ber deriyê dadgehan li baroyan û li her deverê berdewam dike. Yek ji pêwîstiyên herî sereke û mirovahiyê tendirustî ye. Ev mafê her zindiyê ye. Lewra li Tirkiyeyê bi sedan girtiyên siyasî ji van mafên xwe tên mehrûmkirin. Em li dijî hemû binpêkirinên mafan li ser piyan in. Li Tirkiyeyê bi sedan jin ji ber fikir û ramanên xwe di girtîgehan de ne û gelek caran jî rastî tundî, îşkence û tecrîdê tên. Garîbe Gezer mînaka vê ye û ew birîna me ye. Em ê jin tim li dijî bêmafiyê li ser lingan bin û têbikoşin."
 
Hasîne Guler jî xêrhatina DAKAP'ê kir û daxwazên xwe yên berdana girtiyên siyasî yên nexweş anî ziman.