'Di windakirina Gulîstanê de destên hêzên tarî heye'

  • 10:50 5 Çile 2022
  • Rojane
Derya Ren
 
DÊRSIM - Hevala Gulîstanê Kadirye Gengeç, got, "Gulîstan hat qetilkirin û delîl jî hatin tunekirin.", Endama Platforma Jinan a Dêrsimê Şukran Yilmaz jî got, di windakirina Gulîstanê de destên hêzên tarî heye." 
 
Di ser windakirina xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku re 2 sal derbas bûn. Li bajarekî wekî dêrsimê ku bi kamerayan dorpêçkiriye ji 5'ê çileya 2020'î ve derbarê windakirina Gulîstanê de tu delîlek jî nehatiye dîtin. Derbarê hevalê Gulîstanê yê ber ku wekî gûmanbarê serke tê zanîn Zaînal Abarakov de jî tu lêpirsîn nehatiye vekirin û malbata Gulîstanê jî di serî de Waliyê Dêrsimê Tuncay Sonel ji aliyê rayedaran ve bi derewan hat mijûlkirin. 
 
Hevala Gulîstan a li yûrdê Kadirye Gengeç û endama Platforma Jinan a Dêrsimê û Seroka Konfederasyona Sendîkayên  Şoreşger ên Tirk (DÎSK) a Şaxa Dêrsimê Şukran Yilmaz, diyar kirin ku delîlên derbarê windakirina Gulîstanê de hatine tunekirin.
 
'Delîl bi awayekî profesyonel hatin îmhakirin'
 
Kadirye diyar kir ku windabûna Gulîstanê ew xemgîn kirine. Kadirye destnîşan kir ku desthilatdarî jinan hedef digire û wiha got: “Weke hevalên Gulîstanê yên nêz ji me jî gûman dikirin. Lê em gelek xemgîn bûn ku bi qasî  ji me guman dikirin, ji hevalê wê yê mêr gûman endikirin. Ji ber ku em bi Gulîstanê re di heman odeyê de man, piştî windabûna wê em nikarîbûn bikevin odeyê, li her derê bîranîn û bêhna wê hebû, me nexwest em jî li Dêrsimê bimînin. Rayedaran her tim îdia dikirin ku wê întîhar kiriye, lê jinek bêyî ku şop li pey xwe bihêle çawa dikare xwe bikuje? Gulîstan hat qetilkirin û delîl bi awayekî profesyonel hatin tunekirin. Herwiha rastiya ku hevalê wê kurê polîs e jî gumanên me piştrast dike."
 
"Di windakirina Gulîstanê de tiştên cuda hene"
 
Kadirye diyar kir ku dixwazin bijîn lê xwe di ewlehiyê de nabîn û wiha berdewam kir: “Windakirina jineke li kêleka me bi vî rengî îhtîmala windakirina me hemûyan di her kêliyê de xurt dike. Kesek ji me ne di ewlehiyê de ye. Carinan em ne ji hêla mêrên ku em nas dikin, lê ji hêla kesên ku em nas nakin ve têne kuştin. Tirkiye tam welatekî wisa ye. Em naxwazin tu kes jiyana me bi awayê ku dixwaze bi rê ve bibe. 2 sal in em li her derê li Gulîstanê dipirsin. Lêbelê, rayedar parastina hevalê Gulîstanê yê Mêr ku gumanbarê sereke ye didomînin. Ez nizanim çima, lê ne zehmet e ku meriv texmîn bike, gumanbar tê parastin.  ji ber ku zirbavê wî polîs e. Ji bo vê jî tu gav nayên avêtin û ravekirin jî nayê kirin. Ne tenê ji ber ku zirbavê wî polîs e, tiştên din jî diqewimin. Divê di zûtirîn demê de encamek derkeve. Me heta îro dest ji lêgerîna li Gulîstanê bernedaye, piştî vê jî em dest jê bernadin."
 
'Dema karmendên dewletê di nav kar de bin rewş cuda ye'
 
Şukran Yilmaz, anî ziman ku ji dema windabûna Gulîstan û vir ve dewlet hewl dide hin tiştan veşêre û got, ji aliyê rayedaran ve lêpirsîneke berfireh nehatiye kirin. Şukran, anî ziman ku dixwazin bi malbatê jî îhtîmala întîhar kiriye bidin qebûlkirin û wiha got: "Li mala Zaînal lêgerîn nehat kirin. Ji bo îfadeyê bang li hevalên Gulîstan nehat kirin. Ev kêmasiyek cidî ye. Ger li şûna Gulîstanê Zeinal wenda bibûya, dê rewş cuda bûye. Lê dema ku karmendên fermî yên dewletê di nav de bin, rewş cuda ye. Ji bo ku em ji vê rewşê re mînakê nîşan bidin jî cînayeta ku kurê Mehmet Agar li Pertekê kiriye jî heye. Ger ev bûyerek asayî bûya, dê tavilê zelal bibûna."
 
'Dewletê erka xwe bi cih neanî'
 
Şukran, anî ziman ku ji bo van bûyerên bi vî rengî binixumînin rayedar ketine nava tevgerê û wiha got: “Tuncay Sonel mirovê Silêman Soylu bû. Yek ji kesayetên herî tarî yên li welêt Silêman Soylu ye. Ez dikarim bibêjim ku bûyera Gulistan Doku li ser vê bingehê ye. Ji ber ku çi dibe bila bibe, rûyê rastî yê bûyerê derketiye holê. Ev ne dozeke edlî ya asayî ye. Em texmîn dikin ku destên hêzên tarî di windakirina Gulîstanê de heye. Dewletê erka xwe pêk neanîû xwestin ku malbat jî li ser îtîmala întîharê bisekiine. Ji aliyê din ve jî hewl dan ku rê li ber tevlêbûna me ya çalakî û xebatên ji bo  malbatê bigirin. Em ê tevli her cure çalakî û çalakiyên ku malbat dê bikin bibin. “Heta Gulîstan neyê dîtin wê têkoşîna me bidome."