Malbatên girtiyan daxwaza tehliyeya demildest kirin

  • 09:21 5 Çile 2022
  • Rojane
ENQERE - "Malbatên Nobeta Edaletê" yên bi daxwaza azadiya girtiyên nexweş li Enqereyê serdan pêk anîn dosya ji partiyên siyasî pêşkeş kirin û xwestin heyetek bê avakirin da ku li Girtîgeha Îmraliyê û hemû girtîgehan lêkolînê bike. 
 
Malbatên girtiyên înfaza wan hatine betalkirin û girtiyên nexweş ji bo balê bikşînin ser binpêkirina mafên li girtîgehan li Baroya Amedê dest bi "Nobeta Edaletê" kiribûn. "Nobeta Edaletê" di roja 51'ê de didome. Nobeta ku li Baroya Wanê jî hatiye destpêkirin di roja 31'ê de didome. Malbatên girtiyan ên ji Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol, Colemêrg û Agiriyê derketin ser rê û çûn Enqereyê bi Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Partiya Siberojê hevdîtin kirin û daxwaza edaletê dîsa anîn ziman. 
 
Malbatên beşdarî civîna koma meclîsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn daxwazên xwe anîn ziman û li ber Deriyê Dîkmenê ya Meclîsê xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin û ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Malbatên tevî astengiya polîsan gav paşde neavêtin û daxwazên xwe anîn ziman bi serdanên pêk anîn dosyayeke daxwazên xwe tê de kom kiribûn pêşkêş kirin. 
 
Dê malbatên girtiyan îro jî biçe serdana Partiya Kedê (EMEP), Partiya Pêngavê û Demokrasiyê (DEVA) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV).
 
Dosyaya malbatan amade kiriye ji 11 rûpelan û ji 6 sernavên sereke pêk tê. Di dosyayê de ji bo 38 girtiyên bi giranî nexweş in daxwaza tehliyekirina demildest hat kirin. 
 
Di dosyayê de bangên navneteweyî, rêgezên Nelson Mandela hatin bibîrxistin û malbatên girtiyan bal kişandin ser pirsgirêkên paqijiyê yên li girtîgehan û rewşa girtiyên bi nexweşiya giran. 
 
Girtiyên jiyana xwe ji dest dan
 
Di nava dosyayê de bi serenava "Mehpûsên Jiyana Xwe ji Dest Dan" navên kesên di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane hatin rêzkirin. Hat gotin Garibe Gezer, Abdurrezak Şuyur, Halil Guneş, Îlyas Demir û Vedat Erkmen jiyana xwe ji dest dane lê belê derbarê vê yekê de lêkolîneke berfireh û bi bandor nehatiye kirin. Di vê serenavê de Komîsyona Mafê Mirovan a NY'ê, Konseya Mafê Mirovan a NY'ê, AÎHS, Protokola Minnesotayê hat bibîrxistin. 
 
38 girtiyên ji bo wan daxwaza tehliyeya demildest hat kirin
 
Navên 38 girtiyên bi nexweşiya giran wiha ne: "Semire Direkçi, Mehmet Emin Ozkan, Sidik Guler, Aydin Çubukçu, Ahmet Kolakan, Ramazan Sarikaya, Ciwan Boltan, Emin Guler, Îbrahim Alkan, Lutfi Akay, Deniz Yildirim, Erdal Ozer, Şivekar Ateş, Erol Zavar, Emin Aladag, Adnan Oztel, Mahmut Badur, Muhlise Karaguzel, Turgay Deniz, Halit Yildiztekin, Yaşar Eriş, Eser Morsumbul, Adnan Yalçin, Ergin Aktaş, Ahmet Çakal, Ridvan Yusufoglu, Ramazan Durmaz, Hayati Kaytan, Aydin Degirmenci, Fatma Ozbay, Mahfuz Dorudemir, Ziya Ataman, Ramazan Ozyigit, Rojbin Çetin, Abdurrahim Kirtay, Menderes Leyla, Ali Osman Kose, Devrim Ayik. "