Dayikên girtiyan: Em ê xwedî li zarokên xwe derkevin

  • 09:01 5 Çile 2022
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Dayikên girtiyan bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û gotin: "Bêdengî tê wateya mirinê." Dayika Naîf Nebahat Îşçi, da zanîn ku berpirsên mirinên li girtîgehan hikûmet bi xwe ye. Dayika Celal Bedriye Înedî jî destnîşan kir ku peywira herî girîng dikeve li ser milê dayikan û divê dayik bêdeng nebînin.
 
Binpêkirina mafên girtiyan didome. Malbatên girtiyan, sazî û dezgehên sivîl û yên hiqûqê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan û bi taybetî jî girtiyên nexweş bangewaziyan dikin. Piştî ku li girtîgehan agahiyên mirinên bi guman hatin malbat bêtir ket nav tirs û fikaran. Malbatên ku dixwazin balê bikişînin ser rewşa girtiyan li Amed û Wanê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kirin. 
 
Ji girtiyên nexweş yek jî Celal Înedî ye. Celalê ku ji gurcika xwe nexweş e 12 sal ceza lê hatiye birîn û 3 sal in jî girtî ye. Celalê ku li Girtîgeha Şirnexê dima sirgunê Girtîgeha Afyonê hat kirin. 
 
Her wiha ji bo Naîf Îşçî jî 24 sal ceza hatiye birîn û di 14 saliya xwe de hatiye girtin. Naîf di Girtîgeha Xelatê ya Tîpa T ya Bedlîsê de tê girtin. Naîfê ku beriya bê girtin qezaya trafîkê derbas kiriye û di lingê wî ya çepê de platîn heye. Ji ber ku heta niha kontrola wî neyê kirin pirsgirêka tenduristiyê dijî.
 
Dayika Naîf Nebahat Îşçî û dayika Celal Bedriye Înedî ji rewşa zarokên xwe yên girtî bi fikar in. Derbarê rewşa li girtîgehan ji ajansa me re axivîn. 
 
'Tedawiya girtiyan nayê kirin'
 
Nebahat Îşçî ji ajansa me re behsa rewşa kurê xwe kir û got: "Xeynî paltîna lingê wî nexweşiyên din ên wekî mîdê jî jê peyda bû. 4 meh beriya niha sirgûnê girtîgeha Xelatê hat kirin û di hûcreya yek kesî tê girtin. Diranê wî diêşin lê nabin nexweşxaneyê û nayê tedawîkirin. Li gorî bijîşkan di mîdeya wî de du sê birîn hene. Tedawiya wî û her wiha yên girtiyên din nayên kirin. Di demên dawiyê de 5 cenaze ji girtîgehan derketin. Ev ne tiştekî ji rêzê ye. Mirov nizane çi bi wan dikin. Kurê min jî di girtîgehê de ye û nexweş e. Ez ji bo kurê xwe gelekî ditirsim. Ji ber ku aboriya min nebaş e ez nikarim biçim hevdîtinê. Dema kurê min telefonê dike behsa nerihetiya xwe dike. Rewşa wan ne baş e. Em di nav fikaran de ne.”
 
'Divê em xwedî li zarokên xwe derkevin' 
 
Nebahat, bang li hemû malbatên girtiyan kir ku li dijî binpêkirinên mafên girtiyan rabin ser piyan û wiha bi lêv kir: "Divê em malbatên girtiyan dest bidin destên hev û li pişt zarokên xwe bisekinin. Divê em ji bo zarokên xwe biaxivin. Ger ku em ranebin li ser piyan dê her roj ji girtîgehan cenaze derkevin. Bila hemû malbatên girtiyan rabin li ser piyan û xwedî li zarokên xwe derkevin. Heta kengî cenaze ji girtîgehan derkevin. Heta kengî dayik dê rondikan bibarînin. Dilê me dayikan diêşê. Ger ku em xwedî li zarokên xwe derkevin dê ev tişt li girtîgehan neyê jiyîn. Em dibêjin êdî bes e. Me zarokên xwe ji bo hûn bikujin me aniye dinê. Daxwazên girtiyên edlî tên cih lê yên me ji ber ku kurd in piştguh dikin."
 
‘Bêdengî mirine’
 
Nebahat, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ew girtiyên ku jiyana xwe ji dest dan ne bûyerek ji rêzê ye. Ew vê tiştê tînin serê girtiyan. Girtiyên ku 20 sal in di girtîgehê de ne, çima bi carekî de xwe bikujin. Em vê tiştê bawer nakin. Tiştên ku tên jiyîn komkujiye. Berbirsyarê van mirinan hikûmet bi xwe ye. Divê em êdî bêdeng nebin. Bêdengî mirine."
 
‘Bi sirguniyê zilmê li me û girtiyan dikin' 
 
Kurê Bedriye Înedî Celal Înedî ji Girtîgeha Şirnexê sirgunê Girtîgeha Afyonê hatiye kirin û di axaftina xwe de wiha bal kişand ser sirgunkirina kurê xwe: “Piştî ku kurê min hat sirgunkirin, min nekarî ez biçim hevdîtinê. Ji ber ku gelek dûrê me ye. Çima sirgûn kirin, ji bo zilmê li me û li girtiyan bikin tên sirgunkirin. Divê ev zilma li girtîgehan pêk tê bi dawî bibe. Kurê min Celal piştî ku ket girtîgehê nexweşiya gurcikan jê peyda bû. Du sê caran çû nexweşxaneyê û bijîşkan gotin divê bê emeliyat kirin. Lê belê ji ber ku hat sirgûn kirin emeliyat jî nebû. Niha diranê wî diêş in."
 
‘Peywîra herî girîng li ser milê dayikan e' 
 
Bedriye, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew zilma li ser girtiyan bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha bi lêv kir: "Em dayikên girtiyan rabin li ser piyan û li ber deriyê girtîgehan kom bibin. Bila hikûmet peywira xwe bi cih bîne. Ji xwe zarokên me girtîne çi ji wan dixwazin. Tu girtiyek nikare dawî li jiyana xwe bîne. Zilmê li wan dikin û piştre dibêjin xwe kuştine. Tu girtiyek xwe nakuje. Ew gitiyan dikujin. Divê hikûmet dawî li vê zilmê bîne. Di vir de peywira herî girîng dikeve li ser milê dayikan. Divê em bêdeng nebînin."