ROJEVA 5'Ê ÇILEYÊ YA 2022'YAN

  • 09:00 5 Çile 2022
  • Rojev
*Dayikên girtiyan bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û gotin: "Bêdengî tê wateya mirinê." Dayika Naîf Nebahat Îşçi, da zanîn ku berpirsên mirinên li girtîgehan hikûmet bi xwe ye. Dayika Celal Bedriye Înedî jî destnîşan kir ku peywira herî girîng dikeve li ser milê dayikan û divê dayik bêdeng nebînin. DÎMEN HEYE
 
*Jinan têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin axivîn û wiha gotin: "Tecrîd dibe sedem ku li Kurdistan û Tirkiyeyê kaos mezin bibin. Şikandina tecrîdê wê bandora xwe li hemû Rojhilata Navîn bike. Em dizanin ku çareserî li Îmlariyê ye. Îmrali rêya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e."  DÎMEN HEYE
 
*Jinên siyasetmedar ên Botanê, derbarê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên ku li Sîlopiyê hatin qetilkirin de anîn ziman ku ew bûne sembola têkoşîn û berxwedanê û gotin: "Em ê jin ala wan a têkoşînê dewr bigirin û xwedî li mîrateya wan derbikevin." DÎMEN HEYE
 
*Malbatên girtiyan en li Êlih, Amed, Mêrdîn, Wan, Colêrmêrg, Mêrsîn û Edenêyê li dijî binpêkirina mafên girtiyan berê xwe dan Enqerê û banga "Edaletê" kirin. BI DÎMEN 
 
*Li gorî meha qanûnê ya 2021’ê 25 jin hatine qetilkirin 6 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di seranserê salê de jî 310 jin hatine qetilkirin û 181 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di sala 2021’ê de ku şîdeta mêr hat xelatkirin, li dadgehan gumanbar bê ceza hatin hiştin.
 
*"Malbatên Nobeta Edaletê" yên bi daxwaza azadiya girtiyên nexweş li Enqereyê serdan pêk anîn dosya ji partiyên siyasî pêşkeş kirin û xwestin heyetek bê avakirin da ku li Girtîgeha Îmraliyê û hemû girtîgehan lêkolînê bike. 
 
*Bi pêşengiya TJA'yê ve li Silopî û Parîsê 6 jinên ku hatin qetilkirin li avahiya HDP'ê ya Silopiyê bê bîranîn. (12.00) BI DÎMEN