Malbatên girtiyan bi dirûşmên berz kirin li dijî êrişa polîsan derketin

  • 15:19 4 Çile 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Malbatên girtiyên înfaza wan hatine betalkirin û girtiyên nexweş ên çûn Enqereyê xwestin bimeşin ber Wezareta Edaletê lê belê polîsan êrişî malbatan kirin. Malbatan bertekên xwe bi dirûşmên berz kirin nîşan dan. Parlamenterên HDP'ê jî daxuyanî dan û gotin:"Em ê li gel malbata bin." 
 
Malbatên girtiyên înfaza wan hatine betalkirin û girtiyên nexweş ji gelek bajaran ber bi Enqereyê ve çûn. Malbatên gihaştin Enqereyê xwestin balê bikşînin ser girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine betalkirin. Piştî beşdariya civîna koma meclîsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) malbatan xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin. Malbatên ji Deriyê Dikmenê derketin xwestin daxuyaniyê bidin lê belê polîsan êrişî malbatan kirin. 
 
Polîsan li malbatan dan û xwestin wan bi zorê li wesayitan siwar bikin. Polîsan li parlamenterê Îdirê Habip Eksik û rojnamegeran dan. Malbatan li dijî êrişa polîsan dirûşme berz kirin. 
 
'Em ê li gel malbatan bin'
 
Ji parlamenterên HDP'ê Serpil Kemalbay, Tulay Hatimogullari, Mehmet Ruştu Tiryaki û Kemal Pekoz, li dijî astengkirina polîsan li ber deriyê Dîkmenê yê Meclîsê daxuyanî dan. Mehmet Ruştu Tiryaki yê ku axivî wiha got:"Ger li welatekî azadiya ramanê tune be li wir mafê meş û civînê jî tune ye. Berî azadiyên bi vî rengî edalet tê. Dayikên hêsir ji çavên wan tên xwarê nikaribûn biçin Wezareta Dadê û hêzên ewlehiyê yên Suleyman Soylu mudaxaleyî wan kirin. Heta ev pirsgirêk bê çareserkirin em ê li gel malbatan bin."