DFG'ê rapora xwe ya sala 2021'ê aşkere kir

  • 13:58 4 Çile 2022
  • Rojane
AMED - DFG, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên di sala 2021’an de yên li ser rojnamevanan pêk hatin aşkere kir. Di raporê de hate destnîşankirin ku tê xwestin rojnameger ji qadê bên dûrxistin.  
 
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamevanan di sala 2021’ê de pêk hatin, li avahiya xwe ya komeleyê aşkere kir. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka komeleyê Dîcle Muftuoglu ve hate xwendin.
 
‘Rojnameger ji qadê tên dûrxistin’
 
Dîcle diyar kir ku çapemenî demek dirêj e di rewşekê awarte re derbas dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro jî ev nêzîkatiya faşîst berdewam dike û rojnamevan weke heyînên hema bêje xeternak tên dîtin. Ji binçavkirin û girtinê bigire heta gef û êrîşan her tişt ji bo rojnamegeran rewa tê dîtin. Zext ew qas zêde bûne ku hema bêje ne mimkûn e ku rojnameger li qadê bixebitin. Rojnamegerên ku mîkrofon, an jî kamerayê hildigirin û nûçeyan dişopînin bi hezar û yek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Bi her awayî hewl tê dayîn ku rojnamegeran ji qadan derxînin. Rojnameger ji xeta ku hikûmetê diyar kiriye wêdetir, nikare firsendê bibîne ku bi rehetî bixebite. Dema rojnameger derdikevin qadan yan tên astengkirin yan jî bi binçavkirinê tên tehdîdkirin. Di dawiya salê de, em bûn şahid ku xebatkarên medyaya dîjîtal ên ku hevpeyivînên gelemperî dikirin, çawa hewl didan ku ji qadê werin dûrxisitn. Em dikarin bibêjin ku ev rewş di dîrokê de weke mînakeke berbiçav a nêzîkatiya li rojnamegeran cihê xwe girtiye.”
 
Astengkirin û sansürkirin...
 
Dîcle di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser zext û astengkirina medyaya dîjîtal û got: “Di sala 2021’ê de em dikarin bibêjin ku medyaya dîjîtal yek ji wan qadên ku di bin zext û zorê de ye. Astengî û qedexeyên weşanê cih ji rojnamegeran re teng kiriye. Digel ku bi dehan malper ji ber naveroka ku diweşînin rastî sansûr û girtinê tên, gelek hesabên medyaya dîjîtal jî ji ber zextên li ser saziyên têkildar tên girtin û sansurkirin. Bi sedan kesên ku ji hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parvekirin kirine derbarê wan de lêpirsîn û doz hatine vekirin û hatine cezakirin. Weke ku ji daneyên rapora me jî tê dîtin, cezayên ku tên birîn bi dehan sal in.”
 
‘Em ê tim rastiyê vebêjin’
 
Dîcle wiha dawî li axaftina xwe anî: “Weke rojnamevan, em xewna welatekî demokratîk, azadîxwaz dibînin ku azadiya fikr û ramanê  têde neyê sînordarkirin ji bo ku rojnamevan bi awayê azadî karên xwe bikin. Lê mixabin di rewşeke ku rejîma zordar li hemû beşên civakê belav bûye de behsa azadiya rojnamegeriyê nayê kirin. Tevî van hemûyan jî em careke din destnîşan dikin ku weke rojnamegerên ku çapemeniya azad diparêzin, em ê tiştên ku rast dibînin binivîsin û vebêjin.”