'Nobeta Edaletê' di roja 302'emîn de ye: Em bi hêvî ne

  • 12:56 4 Çile 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 302'emîn de berdewam dike. Malbatê li ser hesabê xwe yê dijîtal ev parvekirin kir,"Walîtiyê daxwaza me ya kon red kir. Dayikek di ser û sermayê de li ber Edliyeya Rihayê tê hiştin."
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê, di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP'ê êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji êrişê birîndar xelas bûbû, li dijî zilma li hemberî wan pêk hatiye bi daxwaza edaletê di 9'ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobet di roja 302’an de berdewam dike. Malbat ji mala xwe ya 42 kîlometreyan dûrî Rihayê hatin pêşiya edliyeyê. Ligel ku hewa gelekî sar bû jî malbatê dîsa bi dowîzên ‘Em edaletê dixwazin’ dest bi çalakiyê kirin.
 
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Ferît Şenyaşar ê ku di 2'ê Kanûnê de li Stenbolê beşdarî foruma gel a ji aliyê Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) ve hatibû organîzekirin bû, diyar kir ku ji bo piştgiriya hiqûqî li Stenbolê gelek serdan kirine. Ferît diyar kir ku ji ber doz di pêvajoya edlî de ye tu kes nikare di warê hiqûqî de mudaxele bike û wiha got: “Îro dîsa em hatin ber Edliyeya Rihayê. Têkoşîna me berdewam dike. Germahiya hewayê 2 pile ye. Em nikarin behsa sermayê bikin. Serma di bin sifirê de be jî em ê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin. Me ji Walîtiya Rihayê xwest ku ji bo du kesan kon bê dayîn. Lê walîtiyê ev daxwaza me ya mirovî red kir."
 
'Em hêviya xwe qut nakin'
 
Ferît bi bîr xist ku dayika wî 65 salî ye û pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene û got, “Du daxwazên dayika min ên rewa hene. Hevjîn û 2 zarokên wê li nexweşxaneyê li ber çavên wê hatin qetilkirin, dosya nayê vekirin. Birayê min (Fadil Şenyaşar) ev nêzî 4 sal in bi awayekî derqanûnî di girtîgehê de ye. Heta ku ev nobeda edaletê bidome bila kes li Tirkiyeyê qala maf, hiqûq û edaletê neke. Ji bo hemû bijartiyên ku tên Rihayê gel pêşiya Edliyeya Rihayê nîşan dide û dibêje, 'li vir dawî li zilmê bînin'. Lê em bi biryar in, têkoşîna me wê bidome heta ku edalet pêk were. Niha edalet pêk nehatiye lê em bi hêvî ne. Ev edalet wê were Qesra Edaletê ya Rihayê.”
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyama "Nobeta me ya edaletê di sermaya zivistanê ya 2 pileyî de dewam dike. Çawa ku daxwaza me ya edaletê pêk nehat Walîtiyê jî daxwaza me ya kon red kir. Dayikek li Rihayê li sermê tê hiştin."