PENa Kurd: Cihê mamosteyên zimanê zikmakî ne girtîgeh e

  • 12:28 4 Çile 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - PENa Kurd bi daxuyaniya ku da bertek nîşanî birîna cezayê li Mamosteya Zimanê Kurdî Zara Muhamedî da û wiha got:"Em weke Navenda PENa Kurd ku parastina zimanê zikmakî yek ji erkên me ye, radigihînin ku cihê mamosteyê zimanê zikmakî ne girtîgeh e, her wiha em radigihînin ku lazim e hemû sazî û navendên nivîskarên cîhanê û parêzerên zimanê zikmakî piştevaniya me bikin da ku bi ragihandina kampaniyayeke navneteweyî em piştevaniya mamoste Zara Mihemedî bikin."
 
Rejîma Îranê li mamosteya zimanê zikmakî Zara Mihemedî 5 sal ceza birî. Li ser vê yekê PENa Kurd daxuyaniyeke nivîskî weşand û li dijî vê yekê bertek nîşan da. PENa Kurd di daxuyaniya xwe de got:"Cihê mamosteyên zimanê zikmakî ne girtîgeh e."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Cihê mamosteyên zimanê zikmakî ne girtîgeh e!
 
Sala borî tawanên cur bi cur, mamosteya zimanê zikmakî li Rojhilatê Kurdistanê (Kurdistana di bin destê Îranê de) Zara Mihemedî, ji aliyê desthilatdariya Îranê ve hate desteserkirin û piştre bi danîna rehîneya madî bi awayekî demkî hate azadkirin, dadgeha bajarê Sineyê 10 salên girtîgehê ji bo wê mamosteya zimanê Kurdî diyar kir. Di pêvajoyên gilîkirin û tanlêdana dijî biryara dadgehê, desthilata Îranê çendîn caran tawanên Zarayê guhartin û her carê bi tawanekê daxwaza cezakirina wê kirine. Cara dawî ji ber nerazîbûna li dijî 10 salên girtîgehê, di dadgeha pêdaçûnê ya bajarê Sineyê de cezayê Zarayê bo 5 salan hate kêmkirin. Cardin nerazîbûn hate diyarkirin û dosyeya Zarayê ji bo Dadgeha Bilind a Îranê hate şandin.
 
Di 02.12.2022'an de bi awayekî fermî ji Zara Mihemediyê re hatiye ragihandin ku cezayê 5 salên girtîgehê li Dîwana Bilind a Dadweriya Îranê hatiye piştrastkirin û pêwîst e Zara di nava 10 rojan de xwe teslîmî girtîgeha jinan a li bajarê Sineyê bike da ku hukmê dadgehê (5 salên girtîgehê) were cîbicîhkirin. Tevî ku çend endamên tîma dadweriyê îmze li ser biryara dadgehê nekirine û li gorî madeya 477an a yasayê dubarekirina dadgehê xwestine ku binpêkirinên yasayî yên biryarê bêne destnîşankirin û cardin pêdaçûn li ser dosyeya Zara Mihemedî bê kirin, ev yek jî hatiye redkirin û biryar ji bo dadgeha cîbicîhkirina cezayan hatiye şandin.
 
Em weke Navenda PENa Kurd ku parastina zimanê zikmakî yek ji erkên me ye, radigihînin ku cihê mamosteyê zimanê zikmakî ne girtîgeh e, her wiha em radigihînin ku lazim e hemû sazî û navendên nivîskarên cîhanê û parêzerên zimanê zikmakî piştevaniya me bikin da ku bi ragihandina kampaniyayeke navneteweyî em piştevaniya mamoste Zara Mihemedî bikin.
 
Komîteya Rêveberiya Giştî
 
Navenda PENa Kurd"