Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan çûn Enqereyê

  • 11:32 4 Çile 2022
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ji bo xizmên xwe yên înfaza wan hatine betalkirin çûn Enqereyê. 
 
Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ji bo xizmên xwe yên înfaza wan hatine betalkirin çûn Enqereyê. Ximzên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên do ji Stenbolê derketin ser rê di saetên serê sibehê de gihaştin Enqereyê.
 
Dê malbat ji bo daxwazên xwe bînin ziman beşdarî civîna Koma Meclîsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bibin û hevdîtinê bi partiyên siyasî û rêxistinên sîvîl bikin.