Tevî ji ser qetilkirina wan 6 sal derbas bû jî hîn 'biryara nepeniyê' didome

  • 11:06 4 Çile 2022
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Di 4'ê Çileya 2016'an de li Silopiyê di dema qedexeya derketina derve de 3 jinên siyasetmedar hatin qetilkirin û tevî ji ser bûyerê 6 sal derbas bûn jî hêj di hêla hiqûqî de di dosyeyê de pêşketin tune ye. Ji parêzerên dosyayê Gulşen Ozbek, anî ziman ku lêpirsînek baş nayê meşandin û got: "Di sala 2018'an de biryara veşartinê hat dayîn û ev biryar hêj berdewam dike. Ji ber vê yekê jî em bi fikar in ku dema dosyayê bi dawî bibe."
 
Qedexeya derketina derve ya ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve di 14'ê Kanûna 2015'an de hatibû îlankirin li navenda navçeya Silopiyayê  37 rojan berdewam kir. Di 4'ê Çileya 2016'an de 3 siyasetmedarên jin ên kurd Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, aktivîsta Kongereya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyayê Pakîze Nayir, li taxa Yeşîlyurdê di encama gulebarana ji wesayita zirxî de jiyana xwe ji dest dan. Ji ser bûyerê 5 sal derbas bûn jî hîn di hêla hiqûqî de tu pêşketin tune ye.
 
Ji parêzerên dosyayê Gulşen Ozbek, têkildarî aqûbeta dosyayê ji ajansa me re axivî.
 
'Di 2018'an de biryara veşartinê hat dayîn'
 
Gulşenê, bi bîr xist ku ji ser qetilkina Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar 6 sal derbas bûn û destnîşan kir ku di dosyaya lêpirsînê de hêj tu pêşketinek tune ye. Gulşenê, wiha got: "Di dosyaya lêpirsînê ya di sala 2016'an de hat destpêkirin de dema me daxwaznameya xwe ya dosyaya lêpirsînê nû kir û pêşkeş kir, di sala 2018'an de biryara veşartinê hat dayîn. Di dosyaya lêpirsînê de biryara veşartinê hêj jî berdewam dike."
 
'Piştî du salan biryara veşartinê hat dayîn'
 
Gulşenê, diyar kir ku wek parêzerên lêpirsînê dişopînin ji ber piştî du salan ji dosyayê re biryara veşartinê hatiye dayîn re îtîraz kirine û wiha dewam kir: "Di hiqûqê de ev tişt tune ye. Lê bersiv nedan îtîraza me. Di 2 salên ewil de beriya biryara veşartinê bê dayîn, tu gav nehatin avêtin û tu tişt nehat kirin. Têkildarî bûyera qetilkirina Sêvê Demîr de jî îfadeya tu kesekî jî nehat girtin û dîmen jî nekirin nava dosyayê. Di berdewamiyê de ez dixwazim bêjim ku em nizanin unsûr pêk hatine yan na, ji ber ku di dosyayê de biryara veşartinê heye."
 
'Delîlên pêwîst nexistin nava dosyayê'
 
Gulşenê, bi lêv kir ku biryara veşartinê ya di dosyaya lêpirsînê de nîşan dide ku dosya bi awayekî şefaf û hiqûqî nayê meşandin û wiha dom kir: "Ji bo lêpirsîneke dadwer divê destûr bê dayîn ku xizmên mexdûran xwe bigihînin dosyayê û daxwazên wan bên bicihanîn. Ji bo ronîkirina bûyerê jî daxwazên ku ji dosyayê re hatin şandin jî nehatin bicihanîn. Ji ber vê yekê jî em bi fikar in ku dema dosyayê bi dawî bibe."
 
'Îfadeyên tu kesekî nehat girtin'
 
Gulşenê, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji ser bûyerê 6 sal derbas bûn jî ne kujerek hatiye girtin û ne jî hatiye binçavkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di 2 salên destpêkê de bêyî biryara veşartî îfadeyên tu kesekî nehatiye girtin. Ji ber vê yekê jî em nizanin lêpirsîn di kîjan astê de ye. Ji ber ku li ser dosyayê biryara veşartinê heye."