ROJEVA 4'Ê ÇILEYÊ YA 2022'YAN

  • 09:00 4 Çile 2022
  • Rojev
*Malbatên girtiyan ên Efrînî ku girtiyên wan di zindanên Tirkiyeyê de tên girtin derbarê rewşa zarokên xwe de axivîn û ev tişt anîn ziman: "Xwarin û cihê girtiyan ne paqij in ji ber vê gelek girtî nexweş in. Girtiyê me dikujin û îdîa dikin ku girtiyan xwe kuştine. Dema ku pakrewan Emîr li zindanê di bin şert û mercên giran de li berxwe dida, tu car mirov bawer nedikir ku Emîr wê xwe bikuje. Em bi hêvî ne ku hemû girtî serbest werin berdan û di demek nêz de Rêber Apo di nav xwe de bibînin." DÎMEN HEYE
 
*Girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak 5 sal in bi parêzeran re nikare hevdîtinê bike û herî dawî di sala 2020'î de çûbû nexweşxaneyê. Fatmayê di peyama ji ajansa me re şand de da zanîn ku ji ber di qawişa karantînayê de tenê tên hiştin nikarin biçin nexweşxaneyê û got: "Ez ditirsim ku tiştek bê serê min. Bila gelê kurd û kesên xwedî wijdan li dijî hucreyan dengê xwe bilind bikin." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP’a Dêrsîmê Nurşat Yeşîl da zanîn ku di serî de bûyera Gulîstan Doku û hemû êrîşên li hember jinan ji ber gotinên hikûmetê û polîtîkayên wê pêk tên û wiha got: “Hewl tê dayîn bûyera  Gulistanê di tarîtiyê de bê hiştin. Derket holê ku walîyê demî hewl daye malbatê biçewisîne.” DÎMEN HEYE