Bersûcê êrişî HDP'ê kir hat berdan

  • 16:38 3 Çile 2022
  • Rojane
STENBOL - Bersûc Muhammet Eren Sutçu yê hewil da li Rêxistina HDP'ê ya Bahçelievler komkujiyê pêk bîne ji ber sûcê "Gefxwarina bi çekê","Birîndarkirin" sewqî 3'yemîn Dadgeriya Cezayê ya Sulhê hatibû kirin, serbest hat berdan.
 
Muhammed Eren Sutçu yê bi çek û kêrê li Stenbolê êrişî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bahçelîevlerê kiribû, piştî kirariyên li miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hat kirin. Dozgeriyê, piştî îfade wergirt, Muhammet Eren Sutçu  ji sûcê "Gefxwarina bi çekê","Birîndarkirin" bi daxwaza girtinê sewqî 3’yemîn Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê kir. Dadgehê jî Muhammet Eren Sutçu berda. 
 
Çi bûbû?
 
Di 28'ê kanûna 2021'ê de kesê bi navê Mûhammed Eren Sutçu bi kêr û çekan êrişî avahiya HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê kiribû û hatibû binçavkirin. Dema binçavkirina êrişkar 4 roj hatibûn dirêjkirin. Di encama êrişê de Ramazan Dişari û endamê partiyê Azîz Şîmşek hatibûn birîndarkirin. Li ser dosyaya Muhammet Eren Sutçu ku hat berdan biryara "nepeniyê" heye.