Li Pirsûs û Stenbolê 'Nobeta Edaletê'

  • 12:07 3 Çile 2022
  • Rojane
RIHA - Emîne Şenyaşar li Pirsûsê û Fertî Şenyaşar jî li Stenbolê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin.
 
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, ji 9'ê Adarê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza Edaletê dike. Çalakiya Nobeda Edaletê îro kete roja 301'ê.
 
Ferît Şenyaşar ku ji bo tevlî Forûma Gel a Hêzên Têkoşîna Yekbûyî bibe doh çû Stenbolê, îro ji bo piştgiriya hiqûqî ya bi nobeda wan a edaletê wê serdana Şaxê Stenbolê yê ÎHD'ê û Serokatiya Bajarê Stenbolê ya partiya Şoreşger a Yekbûyî bike. Dayik Emîne Şenyaşar jî "Nobeta Edaletê" li mala xwe ya li Pirsûsê dewam dike.
 
Malbataê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev parvekirin kir, "We sê mirovên me li nexweşxaneyê qetil kirin. Kujerek jî nehat girtin! Yek ji ferdên malbata me ku nêzî 4 sala ye bi biryareke siyasî di hucreya yek kesî de têg irtin êdî berdin."