Leyla Bîrlîk: Ev sedsal wê bibe sedsala şoreşa jinê

  • 10:24 3 Çile 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Parlamentera berê ya HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk a ku hevaltiya Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar kiriye, anî ziman ku ew bûne sembola têkoşîn û berxwedanê û wiha got: "Dixwazin jinê qetil bikin û têkoşîna jinê tune bikin. Di şexsê têkoşîna jinan de dixwazin civaka kurdan tune bikin. Jin wateya civakê ye. Di vê sedsalê de jinên kurd ne tenê ji bo şoreşa Kurdistanê, ji bo pêkanîna şoreşa jinê jî têdikoşin. Jina kurd dibêje ku ev sedsal wê bibe sedsala şoreşa jinê û şoreşa jinê wê di vê sedsalê de pêk were."
 
Qedexeya derketina derve ya ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve di 14'ê kanûna 2015'an de hatibû îlankirin li navenda navçeya Silopiyayê jî 37 rojan berdewam kir. Di qedexeya derketina derve de 68 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji van sê kes jî di 4’ê Çileya 2016’an de 3 siyasetmedarên jin ên kurd Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê  Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar dema ji Taxa Karşiyakayê derbasî taxa Yeşîlyurdê bûn, hedef hatin girtin û hatin qetilkirin. Ji wê rojê şûnde sê jinên siyasetmedar bûn sembola têkoşînê.
 
Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Leyla Bîrlîk a ku hevaltiya Sêvê, Pakîze û Fatmayê kiriye ji ajansa me re axivî.
 
Leyla, dibêje ku “hevdîtina wan pêvajoyeke ku wê bikeve dîroka Kurdistanê ye” û dibêje di pêvajoyeke ku tu carî ji bîra kurdan neçe de bi 3 jinan re hev nas kirine. Leyla, anî ziman ku di sala 2015’an de dema parlamenter hatiye hilbijartin Fatma Ûyar nû ji girtîgehê derketiye û wiha got: "Em berê rastê hev hatin, lê ji me re nebû derfet ku em bi hevdû re têbikoşin. Pêvajoyake ku tu carî ji bîra kurdan naçe, di dîroka Kurdistanê de cih digire. Weke jineke kurd dê tu carî ji bîra min neçe. Min şahidiya wê demê kir. Ez wê pêvajoyê ji her aliyî ve jiyam. Ez her gav wê pêvajoyê wek du beşan difikirim. Di dîroka Kurdistanê de bi jin û zarokan pêvajoyek berxwedanê bû. Û ev yek aliyekî pêvajoyeke berxwedanê ya bêhempa bû, ji bo min di pêvajoyeke wisa de ew nas kir. Ji aliyekî din ve jî min şahidiya hovîtiya dewleta tirk kir. Ez bûm şahid ku dewletê çawa bi awayekî hovane êrîşî kurdan kir da ku qir bike. Yên ku di bîra kurd de dijîn, bi taybetî yên ku bexwedana xwerêvebiriyê ya Şirnex, Nisêbîn, Cizîr, Gever û Sûrê jiyan, pêvajoyê bi vî rengî bi bîr tînin."
 
'Dema ku dibêjim Sêvê, têkoşîn tê bîra min'
 
Leylayê, diyar kir ku dewletê wê demê bi awayekî hovane êrîşî gel kiriye û xwestiye gel tune û qir bike û bi van gotinan behsa Sêvê Demîr dike: "Min bi Sêvê re demek dirêj derbas kir. Dema ku ez dibêjim Sêvê, têkoşîn tê bîra min. Dema ku dibêjim Sêvê, gotina ‘berxwedan jiyan e’ tê bîra min. Dema ku ez dibêjim Sêvê, porê wê yê gangilî (kurîşkî) ku li ber bayê ba dibû tê bîra min. Dema dibêjim Sêvê rihê wê yê zarokatî tê bîra min. Tu carî gotina wê ya piştî her sohbetê û dema ji hevdû vediqetiyan digot ‘berxwedan jiyan e’ ji bîr nakim. Di pêvajoyek dijwar de em bûn hevalên têkoşînê. Hevaleke ku ji pêvajoyê moral digirt bû, belkî jî ji pêvajoya berxwedanê ya xwerêvebiriyê bawer dikir.  Di dema herî dijwar a têkoşînê de jî dudilî nebû û têkoşîna xwe domand. Dema ku dibêjim Sêvê, di nava hemû kaosê de ew hovîtiya bi êş tê bîra min. Bi vî awayî Sêvê tê bîra min; bi porê xwe yê gangilî ve bi gel re di nava têkoşînê de bû. Sêvê rêhevala min bû ku ji têkoşîna berxwedanê bawer dikir û bi hemû hebûna xwe nîşan da."
 
'Jinek gelek wêrek, bi bawerî û bi hêz bû'
 
Leylayê, da zanîn ku wê û Pakîze Nayir li Silopiyê hevdû nas kirine û bi van gotinan behsa wê dike: "Li Silopiyê dema ku şer dest pê kir min wê nas kir. Li Silopiyê hêzên dewletê kolanek gulebaran kiribû. Ji ber gulebaranê welatiyê 80 salî, zarokê 17 salî û welatiyê ku dema diçû dermanxaneyê veke bûn hedef û jiyana xwe ji dest dan. Dema ku wan defin kirin, Pakîzeyê li goristanê axaftin dikir. Min jî ji hevalan pirsî ku ew kî ye. Wê demê bû derfet ku em hevdû nas bikin. Piştre me bi hevdû re sohbet kir û hevdû nas kir. Piştî wê jî di xebatan de em bi hevdû re xebitîn. Pakîzeyê jinek gelek wêrek, bi bawerî û bi hêz bû."
 
'Fatmayê bi kenê xwe tê bîra min'
 
Leylayê, dibêje ku Fatmayê bi kenê wê tê bîra wê û wiha behsa Fatmayê jî dike: "Fatmayê bi kenê xwe tê bîra min. Fatmayê ji ber temenê xwe ciwan bû. Ji girtîgehê nû derketibû. Ew jî dema şer çêbû li Silopiyê bû. Ez wê bi kenê wê yê mezin û bi kenekî zarokatî û baweriya wê ya şoreşî û berxwedanê nas dikim. Dema ku ez ji Silopiyê veqetiyam, cara dawî min Sêvê, Pakîze û Fatma bi hev re hiştin. Yanî şansa min çêbû ku ez bi wan her sê hevalên jin re sohbetê bikim, biçim rêwitiyê û li gel hemû zehmetiyan bi rûyekî ken nêzî hev bibim û wê pêvajoya berxwedanê bi wan re bijîm."
 
'Ew parçeyek ji dilê Kurdistanê bûn'
 
Leylayê, destnîşan kir ku Sêvê, Pakîze û Fatma li Kurdistanê mezin bûne, jiyane û polîtîqayên şer ên dewletê nas kirine û wiha pê de çû: "Sê hevalên jin bi polîtîkayên şer dizanibûn. Botan li Kurdistanê ji bo min xwedî wate û girîngiyeke cuda ye. Bi rihê Botanê li berxwe dan. Ew parçeyek ji dilê Kurdistanê bûn. Her tim bi gel re tev digeriyan. Ji gel û Botanê qut nedibûn. Ji wê axê û wan taxan dûr nedisekinîn. Di demên bexwedana xweseriyê de jiyan ne di navbera sê cîranan de , di navbera taxan de bû û jiyanek komîn ava dikirin. Dema me li taxan sifre datanî, her kesî tiştek dianî. Hemû kes li ser heman sifreyê kom dibûn. Ew dem pêvajoyek wisa bû. Şev û roj deriyê hemû kesan vekirî bû, deriyê tu kesî ne girtî bû."
 
'Di dema berxwedanê de her tim li ba gelê xwe bûn'
 
Leylayê, destnîşan kir ku di salên 2015 û 2016’an de li Şirnex û navçeyên wê guhertineke fîzîkî hebûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gel vê guherîna fizîkî, awayê jiyanê bi rastî pir cuda bû. Jiyaneke komînal bi hev re dihat avakirin. Bajar diguherî, lê jiyana gel jî pê re diguherî. Li wan taxan em bi awayekî rast Kurdistana azad jiyan. Jiyan di navbera cihên ku lê berxwedan hebû û yên din cuda bû. Dema ku em derbasî qada berxwedanê dibûn, me guhertinek pir mezin didît. Hemû tax bi awayekî kolektîf dixebitîn. Bi xweseriyê re awayê jiyanê jî dihat guhertin. Min ev guhertin ji Sêvê didît. Dîtina wê guhertinê û şahidiya guhertinê û jiyîna Kurdistaneke azad, dibû sedema guherînekê. Di dema berxwedanê de her tim li ba gelê xwe bûn."
 
'Ev ne komkujiyek tesadufî ye'
 
Leylayê, da zanîn ku di qedexeya derketina derve de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dane û bal kişand ser 3 jinên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin û wiha got: "Qetilkirina 6 jinên di meha çileyê de ne tesaduf e. Ev ne komkujiyek tesadufî ye. Qetilkirina sê jinên Silopiyê, bi komkûjiya Parîsê rast anîn. Bîra dewletan heye. Ew bîr tu carî nayên jibîrkirin. Ji ber polîtîkaya şerên taybet li ser kurdan hat meşandin sê jin hatin qetilkirin. Ev komkûjî bi plankirî û zanebûn bû. Dewlet ne bi tenê tank û topên xwe, bi amûrên şerê taybet ve hat û xwest dîroka civakekê tune bike. Dewlet bûyerên ku di bîra mirovan de cih bûye ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin."
 
'Dewleta tirk tehamulî cenazeyan jî nedikir'
 
Leylayê, bi lêv kir ku beriya Sêvê, Pakîze û Fatma bên qetilkirin ew dîtiye, ji wan veqetiyaye hatiye Şirnexê û wiha behsa qetilkirina wan dike: "Wê demê taxên Cizîr, Silopî û Şirnexê di bin dorpêçê de bûn. Piştre em hîn bûn ku sê jin hatine qetilkirin. Wê demê di morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de cih nemabû. Wê demê ez li nexweşxaneyê bûm. Kesên ku ev 3 jin qetil kirin anîn  nexweşxaneyê. Kesên ku wan anîn bi rî bûn û ne diyar bû kî ne. Ji ber ku wê demê em ji ber nasnameya xwe ya parlamenteriyê bi wezîfedarên dewletê re diketin nava têkiliyê. Cenaze komî ser hevdu bûbûn û cenaze nedidan. Dewleta tirk tehamûlî cenazeyan jî nedikir. Gel li dijî hemû zextan xwedî li cenazeyan derket. Sêvê ji bo Botanê digot ‘Kurdistan ev der e.’ Sêvê her tim hezkirina xwe ya ji bo Botanê dianî ziman."
 
'Jin wateya civakê ye'
 
Leylayê, di axaftina xwe de bi lêv kir ku dewleta tirk têkoşîna azadiya kurdan û yekem jinan hedef digire û wiha pê de çû: "Me li Rojava dît. Me di vê serdema dawî de hem li Bakur û hem jî li Ewropayê meyla wan a li jinê dît. Hedefgirtina pêşengên jin ên ku sembol in, ne tesaduf e, bi tevahî polîtîkayek taybet e. Dewlet jî baş dizanin ku berxweda jinê hêza pêşeng e ku civakê diguherîne. Ji ber vê yekê jî êrîşî jinan û têkoşîna jinan dike. Me ev di hemû pêvajoyan de dît. Me di xweserî, Rojava û Ewropayê de berxwedan dît. Ev sûîkastên di şexsê hevalên jin de hatine kirin ne tesaduf in. Ji ber ku ji têkoşîna jinê ditirsin êrîş dikin. Ew jî gelek baş dizanin ku têkoşîna jinê dikare çawa biguherîne. Ji ber vê yekê gelek baş dizanin ku cewherê civaka ku ev jiyan ava kiriye jin e û vê yekê baş dizanin. Ji ber vê yekê jî yekem dixwazin jinê qetil bikin û têkoşîna jinê tune bikin. Di şexsê têkoşîna jinan de dixwazin civaka kurdan tune bikin. Jin wateya civakê ye.  Avakirina bingehîn a civakê diafirîne jin e. Hedefa wan jin e, ji ber ku dizanin ku jin jiyanê ava dike."
 
'Ev sedsal wê bibe sedsala şoreşa jinê'
 
Leylayê, herî dawî wiha got: "Di pêvajoya qeyûman a piştî xweseriyê hedefa wan a yekemîn jin bû. Di operasyona li dijî siyasetmedarên hilbijartî de jin bûn hedefa wan a yekemîn. Aysel Tûgluk jî mînaka vê ye. Hem di siyasetê de, di dema tayînkirina qeyûman de girtina navendên jinan, polîtîkayên taybet ên dewletê yên li hemberî saziyên jinê ya yekem êrîşan e. Dixwazin peyamekê bidin civakê. Dixwazin civakê belav bikin. Dixwazin civakbûnê tune bikin. Dizanin ku jin di têkoşîna xwe de bi israr û fedakar in. Di guhertin û veguhertina civakê de rola pêşeng a jinê baş dizanin. Ne tenê di wê pêvajoyê de, hê jî ew rewş diqewime. Bi taybetî jinên kurd ên ku li Rojhilata Navîn pêşengiyê dikin hedef hatine girtin. Ji ber ku bêdengiya netew-dewletên din û têkoşîna jinan a ji bo guhertin û veguhertina civakî wan ditirsîne. Bi taybetî di vê sedsalê de jinên kurd ne tenê ji bo şoreşa Kurdistanê, ji bo pêkanîna şoreşa jinê jî têdikoşin. Jina kurd dibêje ku ev sedsal wê bibe sedsala şoreşa jinê û şoreşa jinê wê di vê sedsalê de pêk were. Armancek me ya Kurdistanek azad heye. Dewleta tirk jî vê gelek baş dizane. Rêberî û rola jinên kurd di têkoşîna jinên Rojhilata Navîn de dizanin."