ROJEVA 03'YÊ ÇILEYA 2022'YAN

  • 09:00 3 Çile 2022
  • Rojev
ROJEVA 03'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
 
* Ekolojîst û diyetîsyen Dîcle Dîlan Salman bal kişand li ser qeyrana xureke û destnîşan kir ku ji girtina berhemên a ji welatên din ev pirsgirêk nayê çareser kirin û got: “Divê pêşiya vê qeyranê bê girtin û polîtîkayên ji bo başkirina ekolojî û cotkariyê bê birêve birin.” BI DÎMEN 
 
* Endama MEBYA-DER Ceyda Dîndar ji ber hincetên faliyetên komeleyê 11 rojan di bin çavan de mabû û piştre hatibû girtin û lêgerîna tazî lê hatibû ferz kirin. Ceyda Dîndar da zanîn ku ji ber rewşa koxuşên karantînayê girtiyên nexweş naxwazin biçin nexweşxaneyan. BI DÎMEN 
 
*Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku nexweşa girane û nayê berdan, terkî mirinê tê kirin. Jinan bertek nîşanê vê dan û gotin: "Aysel yek ji sembola têkoşîna azadiya kurd û têkoşîna azadiya jinê ye. Tiştên li Ayselê tên kirin tolgirtine. Divê li dijî girtîgehan, binpêkirinên tên jiyîn dengekî bilind bê derxistin.” BI DÎMEN 
 
*Seroka Lijneya Rêveberiya Komeleya Piştevaniya Koçberiyê Hatîce Odemîş der barê êrîşên nîjandperest ên li hember penaberan axivî û got: “Êrîşa li hember penaberan, tehdîdkirina mafê jiyana penaber, binpêkirina mafê penaberan, gulekirina mal û kargeriyên penaberan, hemû bê ceza tên hiştin. Mixabin jî lînç, netewperestî û nîjadperestiyê zêde dike.”
 
*Parlamentera berê ya HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk a ku hevaltiya Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar kiriye, anî ziman ku ew bûne sembola têkoşîn û berxwedanê û wiha got: "Dixwazin jinê qetil bikin û têkoşîna jinê tune bikin. Di şexsê têkoşîna jinan de dixwazin civaka kurdan tune bikin. Jin wateya civakê ye. Di vê sedsalê de jinên kurd ne tenê ji bo şoreşa Kurdistanê, ji bo pêkanîna şoreşa jinê jî têdikoşin. Jina kurd dibêje ku ev sedsal wê bibe sedsala şoreşa jinê û şoreşa jinê wê di vê sedsalê de pêk were."