Şêniyên Dirbêsiyê: Heta wergirtina cenazeyan em ê li Sêmalkayê bin

  • 15:59 2 Çile 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Yekitiyên girêdayî TEV-DEM'ê ya navçeya Dirbêsiyê serdana Nobeta Sêmalkayê kirin û gotin: "Em bang li PDK'ê dikin ku tu carî dewleta Tirk a dagirker nabe dostê kurdan. Em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin." 
 
Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, di operasyona derveyî sînorê Tirkiyê ya di navbera 28-29’ê tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Herêma Kurdistana Federal, 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan birîndar bû du endamên HPG’ê sax rizgar bûn. Hêzên PDK'ê yên ku cenazeyên endamên HPG'ê desteser kirin, cenaze nadin malbatên wan. 
  
Malbatên ku dixwazin ji Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên PDK'ê ve tên astengkirin. Dayikên Aştiyê û malbatên HPG'iyan li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi nobedê kirine. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê ku ji bo cenazeyên Nesrîn Temir a endama YJA STAR’ê û Yusif Îbrahîm ê endamê HPG’ê werbigirin li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin cem hev, li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi çalakiya nobedê kirin. Çalakiya nobedê ya ji aliyê malbatan ve hatiye destpêkirin 90 roj in berdewam dike. 
 
Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sazî, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî serdana çalakiyê dikin û nobedê digirin. Îro endamên Yekitiyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya navçeya Dirbêsiyê serdana çalakiyê kir. Li ber deriyê sînor yê Pêşxabûrê hevserokê Yekitiyan a navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê Xalid Şêxo daxuyanî da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk re û neradestkirina cenazeyên şehîdan em şermezar dikin. Her wiha bi rêya vê hevkariyê, dewleta Tirk a dagirker sûcên cuda li dijî gerîla û welatiyên li başûrê Kurdistanê pêk tîne. Em bang li PDK'ê dikin ku tu carî dewleta Tirk a dagirker nabe dostê kurdan, mînaka wê jî dewleta Tirk referandoma serxwebûna Kurdistanê red kiribû. 
 
Her wiha çalakiya me heta pêkanîna daxwazên malbatên şehîdan û wergirtina cenazeyên şehîdan berdewam bike. Her wiha em bang li rêxistinên mirovî, yên navneteweyî û partiyan dikin ku komîteyekê ava bikin ku çarenûsa cenazeyên şehîdan eşkere bibe."