'Heta ku deriyê Îmraliyê neyê vekirin qeyranên li Tirkiyeyê çareser nabin'

  • 15:22 2 Çile 2022
  • Rojane
 
WAN - Parlamentera HDP'ê di hevdîtina jinan de axivî û bal kişand ser qeyranên li Tirkiyeyê û got: "Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e. Bêyî vekirina deriyê Îmraliyê tu qeyran li Tirkiyeyê çareser nabin." 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê hevdîtina jinan pêk anî. Di salona hevdîtinê de pankarta "Jin jiyan azadî" hat daliqandin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan jin tevlî hevdîtinê bûn. 
 
Di hevdîtinê de Hevşaredara Serawê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Caziye Duman axivî û bal kişand ser polîtîkayên taybet ên şer. Caziye wiha got: "Ji bo avakirina pergaha jiyaneke nû li her 4 parçeyên Kurdistanê niha jin têdikoşin. Bi têkoşînê em xwedî li gel, malbat û dezgehan derdikevin. Niha dem dema serkeftin, têkoşîn û azadiyê ye. Roj bi roj em ê mezin bibin û tu hêz nikare li pêşberî me bisekîne." 
 
Parlamenter Muazzez Orhan jî axivî û da zanîn ku dê sala 2022'yan dê bibe sala azadiyê. Muazzez wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi pêşengiya jinan têkoşîneke mezin tê dayîn. Li hemberî Gelê Kurd 100 sal in êrişek heye. Lê tu carî êrişkar negihaştin armanca xwe. Kesên ku bûn dijminê kurdan her tim winda kirin. Berxwedana Gelê Kurd zilm û zordariya îqtîdarê her tim têk biriye."
 
Muazzez, destnîşan kir ku di sala 2013'yan de pêvajoyeke diyalogê hebû û got: "Dema ev pêvojo dest pê kir, li Parîsê 3 jinên kurd hatin qetilkirin. Bi vê qetlîamê peyamek dan jin û kurdan. Lê ji vê rojê heta îro têkoşîna jinan bêtir bi hêz bû û tu carî serî netewand. Di serî de li Rojava û li tevahiya Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinan li hemberî DAIŞ'ê şerek tê meşandin. Ev têkoşîna ku bi pêşengiya jinan tê meşandin li her qadên jiyanê didome."
 
Muazzez, wiha bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê: "AKP'ê bi tu awayî naxwaze jin di nava civakê de bibe xwedî maf, 4 dîwar li jinan tê ferzkirin. Lê divê bê zanîn ku ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet dê têbikoşin. Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel û hemû girtiyên siyasî bi polîtîkayên taybet re rûbirû ne. Her wiha li hemberî birêz Abdullah Ocalan tecrîdek heye û ev tecrîd belavî hemû girtîgehan bûye. Di şexsê Ocalan de civakê difetîsinin. Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e. Heta ku deriyê li Îmraliyê venebe aştî pêk nayê, qeyrana aboriyê nayê çareserkirin û demokrasî nayê vî welatî. Bingeha hemû pirsgirêka tecrîda li hemberî birêz Ocalan e."
 
Muazzez, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema jin li cem hevdû bin dê bi hêztir bin. Jin dê bi têkoşînê jiyana bi rûmet avabikin."
 
Hevdîtina jinan bi guhdarkirina stranan bi dawî bû.